Li Derya Spî bi sedan koçber winda ne

Tê gotin, di navbera Lîbya û Îtalyayê de sê keştiyên ku koçber tê de bûn noqî binê avê bûn û ji ber vê yekê bi sedan kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), piştî ku keştiyên bi 400 kesî ji Lîbyayê bi rê ketin û noqî binê avê bûn tenê 135 koçber hatin rizgarkirin. Hate ragihandin ku keştî li peravên bajarê Khomsê noqî binê avê bûne.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên MSF'ê ve hatin ragihandin, êvara Çarşemê sê keştiyên ji Lîbyayê bi rê ketin derdora 400 koçber tê de bûn.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), bi giştî 145 koçber hatin rizgarkirin, herî kêm 110 koçber winda ne.

IOM'ê beriya niha ragihandibû ku ji destpêka salê ve herî kêm 426 koçber li Derya Spî mirine.