Li Cizîrê têkoşîna li dijî asîmîlasyon û narkotîkê

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne.

Tûrnûvaya futbolê bi şiyara "Girêdayî nebe, azad be" pêk tê û 48 tîmên futbolê tevlî bûne.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Huseyîn Kartal diyar kir, ku beriya "qedexeya derketina derve" û dagirkeriya qeyûman, şaredariyan ji bo ciwanan ji çand û hunerê heta spor û perwerdeyê gelek derfet afirandibûn.

Kartal diyar kir ku piştî "qedexeyê" qeyûman gelek saziyên ciwanan ji holê rakirin, lewma ciwan ber bi meylên şaş ve çûn û got, "Li dijî ciwanan gelek polîtîkayên qirêj hatin meşandin. Me jî li vê herêmê li dijî vê yekê tûrnûvayên futbolê pêk anîn. Armanca me ew e ku qadên ciwanan ên ku qeyûm hewl da vala bike ji nû ve dagirin û li dijî asîmîlasyon û têkbirinê têbikoşin."

Kartal bal kişand ser astengiyên ku di dema amadekariya tûrnûvayê de rû dan û diyar kir, polîsan gef li hin tîmên xwestin tevlî tûrnûvayê bibin xwarin.

Kartal destnîşan kir ku tevî astengiyan hemûyan jî ew tûrnûvaya xwe didomînin û bang li ciwanan kir ku li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên mêtingeriyê tevbigerin.

Lîstikvanê tîmeke beşdar Cuneyt Aykût jî got, "Em vê jehrê û fûhûşê li bajarê xwe naxwazin. Em amade ne ku li dijî vê têbikoşin."