'Polîtîkayên AKP’ê dawî li cotkariyê anî'

Cotkarê bi navê Mehmet Haci Sular diyar kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên li ser cotkariyê bûye sedema ku cotkar îflas bikin û got, dermanên sexte yên çandiniyê tên firotin û li hemberî vê yekê ji tu kes alîkariya cotkaran nake.

Baxçeyên Hewselê ên ku bi hezaran sal e ji bo Amedê baxçeyên berhemdariyê ne, di 4'ê Tîrmeha 2015'an de ketibû Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê. Firehiya Baxçeyên Hevselê 700 hektar e. Baxçeyên Hewselê bi bedewî û berhemên xwe bala cîhanê kişandiye ser xwe.

Cotkarên Baxçeyên Hevselê di serma û germayê de ked didin û wan diparêzin. Yek ji cotkarên ku bi salane kedê dide Baxçeyên Hewselê Mehmet Haci Sular (75) e. Sular di 15 saliya xwe û vir de di nava Baxçeyê Hewselê ked dide û niha ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li ser cotkariyê bi gazince. Sular dibêje, ji bo alîkariyê wî serî li Wezareta Cotkariyê da ye û Wezaretê ji bo wî gotiye, em nikarin tu alîkariyê bidin te. Sular, wiha axivî: “Hinceta Wezareta Cotkariyê ew ku zeviya min 15 berecote û ji bo min gotin em çi alîkariyê bidin te. Tinazên xwe li min kirin. Ez paşde hatim vegerandin. Min kaxedên xwe li serê wan dan û min got, ev çi qanûnên Erdogan in? Ji min re gotin, tu heqeretê li serokomar dikî û ev qanûnek herî baş e ji bo cotkaran. Zeviya min zeviyek bihilberîne û xakek ji bo çandiniyê bi derfet e. Polîtîkayên hikûmeta AKP’ê li Hewselê cotkarî kuştiye û li Hewselê tu kes nikare cotkariyê bike”

‘KES JI BO COTKARAN NABE ALÎKAR’

Sular diyar ku piştî Sûr hat xerakirin êdî muşteriyên wan tev belav bûn û wiha pê de çû: “Ez li Baxçeyê Hewselê fireng, îsot, xiyar, xas û kundiran diçînim. Hemû fêkî û sebzeyên ku em li vir diçînin tev xwezayî ne. Berhemên baxçeyên Hevselê eleqeyek mezin didît. Lê niha ji ber navçe hat xerakirin û valakirin êdî muşteriyên ku ez berhemên xwe bifiroşim wan tune ye. Piştî gelek taxên li Sûrê hatin xerakirin em êdî bazara firotinê nabinin. Me pirsgirêkên xwe bi dehan caran ji rayedaran re vegot, li gel vê yekê tu kes ji bo me cotkaran nebû, alîkar.” 

‘ZEBZE JI BO XWARINA ME JÎ DERNAKEVE’

Sular anî ziman ku firingiyê di nava baxçe de berî sor bibe xirab dibe û wiha pê de çû: “Di nava baxçe de berî ku zebze çêbe xirab dibe. Hemû dermanên çandiniyê yên tên firoştin sexte ne. Em distînin li nava baxçe dikin jî tu fêdeya wê tuneye. Berê debariya Amedê û bajarên derdor tev ji Baxçeyê Hewselê dihat dîtin. Hewsel depoya zebze ya Kurdisanê bû. Lê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li ser cotkariyê xwediyê zeviyan bi xwe jî nikarin ji bo xwarina xwe ji baxçe derxin. Weke malbat eve sed sale em di nava Hewselê de ne. Ez di nava Hewselê de mezin bûm û ve kalbûm. Cara ewile ez tiştek wiha dibînim. Her kesê piştî xwe da ye me û tu kes li cotkaran xwedî dernakeve.”