Ev du hezar sal in hewa hîç ev qasî germ nebûbû

Li gorî lêkolînan germbûna global van deh salên dawî li hemû cihanê zêde bûye û ev zêdebûneke bilez e.

Li gorî lêkolîneke dawî li cîhanê van 2 hezar salên dawî germbûn û avûhewaya sar herêmî dimîne, ji Şoreşa Sinayî û vir be jî hema hema her herêm germ dibe.

BERÊ ZÊDEBÛN HERÊMÎ Û GIRAN BÛ

Di lêkolînê de ya ku di kovara Nature de weşiyaye, li ser 700 herêmî lêkolîn hatiye kirin. Li gorî vê, heta nîvekê sedsala 19'ê germbûn û sarbûna pir herêmî dibin lê ev 130 sal in zêdetir hewa germ dibe.

Li gorî lêkolînê di navbeyna 1300 û 1850'î Ewropa pir cemidî bûye û her wiha hate diyarkirin heman demê li deverên din ên  cîhanê jî germ zêde bûye.

Li gorî lêkolînekê, ji sala 1881'ê û vir be ku cara pêşî wê demê pîvanê dest pê kiriye, germbûna global li hemû herêmên cîhanê xwe nîşan daye. Ji wê demê û vir ve 98 ji 100'î yê cîhanê germahî zêdde bûye.

Peywirdarê Zanîngeha Culumbiayê Nathat Steîger ku ew jî di nav lêkolînê de bû, got, ''Dema ku mirov berê xwe dide dîrokê em bûyerên hewayî yên herêmî dibînin, lê ti yek ji wan ne bi asta global bûye. Lê ya niha global e. 98 ji 100'î yê cîhanê, ji Şoreşa Sinayî û vir ve germ bûye.

Di gotarekê de, ku di Nature Geoscîence de weşiyaye li gorî çend 10 deh salan germbûna 2 hezaran salan hate lêkolan. Li gorî vê, germbûna cîhanê, nexasim ji dawiya sedsala 20'an ve zêde dibe.

Li gorî vê lêkolînê beriya Şoreşa Sinayî germahî pir zêde nedibû û bê pergal bû lê niha hema zêdetir germ dibe û hem jî bi rengekî pergal germ zêde dibe.