CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Ekolojîst Yanliç: DMME û UNESCO rûyê şîn ê kaptalîzmê ye
Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfa dîrokî da û diyar kir, biryarê wijdanê mirovahiyê êşandiye. Yanliç got, "DMME û UNECSO rûyê şîn ê kapîtalîzmê ye." -
CÎK: Bila tecrîd rabe û kes nemire!
Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang kir û diyar kir, eger tiştek bi berxwedêrên greva birçîbûnê were, wê her kes gunehkar be. -
Yekîtiya Ekolojiyê: Derba dawî DMME'yê li Heskîfê da
Yekîtiya Ekolojiyê li dijî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfê helwest nîşan da û got, ''Bi biryarê tundiya li ser mekanên dîrokî û çandî ya ya dewletan û şîrketan tê teşwîqkirin''. -
Li Stockholmê semînerek li ser Yarsanî
Di salvegera 21'ê Sibate Roja Zimanê Dayike de bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê semînerek li ser dîrok, ol û felsefeya baweriya YARI (Yarsanî) pêk hat. -
Li Zanîngeha Bîelefeldê Konferansa Kurdî hate lidarxistin
Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, akademîsyenên Kurd li ser rewşa Kurdî ya li Elmanyayê konferansek li dar xistin. -
Îbrahîm Ayaz ê li Bregenzê wefat kir
Îbrahîm Ayaz (Îlhamî Heval) ku ji sala 1990'î û vir ve li Awûstûryayê xizmet ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re dikir, wefat kir. -
Ayboga: DMME’yê ji berpirsyariyê direve
Ji Hewldanerê Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga bertek nîşanî biryara DMME’yê da û got, "DMME ji berpirsyariyê direve." -
Zarokên Efrînê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin
Zarok û mamosteyên Efrînê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li hemû zarok û mamosteyên cîhanê pîroz kirin. -
DMME'yê biryareke din a sosret da: Serlêdana Heskîfê red kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana ku li dijî binavkirina Heskîfa kevnare hatibû kirin, red kir. -
HDP'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Desthilatdariya AKP'ê bi polîtîkayên qirkirina çand û ziman tevdigere." -
TJA'yê ji bo şikandina tecrîdkirina ziman bang kir
"Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê; divê her der bibe berxwedana ji bo zimanê dayikê. Bi Kurdî biaxifin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî bijîn." -
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, Roja Zimanê Dayikê pîroz kir
Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê: Em qirkirina çand, ziman û qewmî careke din mehkûm dikin û dibêjin, têkoşîna me ya li dijî van kiryaran wê bi mirovahiya pêşverû re heta serketinê bidome. -
KNK: 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz be!
Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNKê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir. KNK’ê diyar kir ku , ji bo rê li ber xwebişaftinê were girtin, divê her Kurd bi Kurdî biaxive, bi Kurdî binivîse, bi Kurdî bihizire. -
DBP’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
DBP bi daxuyaniyeke nivîskî, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. DBP’ê diyar kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye. -
'Ziman çalakiyek e ku rojane tê kirin'
Endamên Komîteya Rêbertî ya KCK'ê Hacer Hîlal û Sozdar Cûdî gotin, "Heke ne ji ked û têkoşîna dayikên me bûya Kurdî heta îro nedima." -
RFÎ: Dewleta Tirk bûye mîna bazara fêkiyan
Bazara fêkî-zebzeyan a ku hikumeta Tirk vekir, di rojeva medya dinyayê de ye. -
Welatparêzê Kurd Mehmet Demîr jiyana xwe ji dest da
Mehmet Demîr ku di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de kedeke xwe ya mezin heye, jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk qirkirin û talankirina li Efrînê didomîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû şop û nirxên civaka Êzidî ji holê radike û tine dike. Dewleta Tirk ziyareta Şêx Hamid a li gundê Qastel Cindo rûxand. -
Li Rûsyayê cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin
Li Rûsyayê civaka Êzidî bi şahiyekê cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas pîroz kir. -
KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî peyama sersaxiyê da
KCK'ê ji ber wefata Mela Abdulkerîm Şarbajarî, ji malbatê, alimên Kurdistanê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Di peyamê de hate gotin, "Em bang li gelê me bi taybetî alimên Kurdistanê dikin ku xwedî li vê ked û nêrînê derkevin." -
Nexweşiya sorikê li dinyayê zêde bûye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û ragihand, nexweşiyên sorikê yên li gelemperiya dinyayê sala 2018'an bi rêjeya 50 ji sedî zêde bûne. -
Ji ber şer li 10 welatan bi kêmanî 550 hezar bebik mirin
Li gorî rapora rêxistina civaka sivîl Save the Chîlderan di navbeyna 2013-2017'an de li 10 welatên ku şer lê pir giran e bi kêmanî 550 hezar bebik mirin. Di heman demê de 175 hezar şervan mirin. -
SMJÊ: 16'ê Sibatê bi ruhekî seferber em li Strasboûrgê bin
SMJE'yê Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga tevlêbûna çalakiya li Strasboûrgê ya 16'ê Sibatê kir. -
Êzîdiyên Efrînê cejna Pêxûnê pîroz kirin
Êzidiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji cih û warê xwe derkevin, li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê cejna Pêxûnê pîroz kirin. -
Malbata Bûldan spasiya gelê Mexmûr û dostan kir
Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Bûldan 8’ê Sibatê li Hewlêrê di encama dil êşê de rehmet kiribû. Malbata Bûldan peyama spasiyê ji bo gelê Mexmûrê û her kesê êşa wan parve kir, weşand.