Ji ber baranên muson ên li Asyaya Başûr 130 kes mirin

Ji ber baranên musonên ên li gelemperiya Asyaya Başûr nêzî 130 kes mirin.

Ji ber lêhî û hezîna axê ya li Nepalê bi kêmanî 67 kes mirin, 30 kes jî winda bûne.

Li Bangledaşê ji 9’ê Tîrmehê û vir ve bi kêmanî 29 kes mirin. Ji van 18 ji ber lêdana birûsk, 7 jî ji ber noqîavêbûna keştiya li kendava Bengalê pêk hatiye. 10 kes jî li kampa koçberan a li Rohîngyanan a li başûrê rojhilatê Bangledaşê mirin.

li Herêma Keşmîr a Pakistanê jî, ji ber lêhiyê 18 kes mirin, mala 50 kesî zêdetir jî hilweşane.

Ji ber barana zêde ya li herêma Hîmaşal Pradeş a çiyayî ya li Hindistanê avahiyek çend qat hilweşiyaye. Li gorî rayedarên xwecihî 13 jê leşker 14 kes mirin.

Leşkerekî ji nava kavilan hate derxistin, diyar kir ku ji ber pîrozbahiyekê li avahiyê bûn û avahî di carekê de hejiyaye û hilweşiyaye.

Li Asyaya Başûr her sal di navbera meha Hezîran û Îlonê de ji ber demê baranên muson gelek kes dimirin û ziyanên mezin pêk tên.