Meha Tîrmehê heta niha meha herî germ bû

Her çiqas meha Tîrmehê giştî meha herî germ a salê be jî, di sala 2019’an de heta roja îro weke meha herî germ bû.

Li gorî servîsa Copernîcûs Ewropa ya guhertina avhewayê Tîrmeha 2019’an heta roja îro meha herî germ bû.

Li gorî daneyên Cpernîcûsê nirxê germahiya meha Tîrmehê li gorî bandora bûyera xwezayê ya El Nîno ku 2016’an bi hêz bû 0,04 pile hê mezintir bû. Rekora beriya niha ya germahiyê di Tîrmeha 2016’an de bû.

Germahiya hewayê ya Tîrmeha 2019’an li gorî dema 1981-2000’an 0,56 pile hê bêhtir bilind bû, dema ku rederansên pisporên avhewayê yên NY li ber çav were girtin beriya dema sanayiye 1.2 pile hê bêhtir tê diyarkirin.

Li gorî texmînên Rêxistina Meteorolojî ya cîhanê sala 2019’an di nava 5 salên dawî de sala herî germ e.

Meha Tîrmehê bi taybet li Rojavayê Ewropayê meha herî germ û kurt bû. Li Fransa , Elmanya, Belçîka û Hollandayê rekora germahiyê hate şkandin.

Li gorî Copernîcûsê germahiya hewayê li Alaska, Groenland û hinek herêmên Sîbîrya, Asyaya Navîn û li hinek herêmên Antartîkayê li ser normalê re ye.