Tamîrkarê dawî yê makîneya wêneyan ê Amedê

Bi pêşketina teknolojiyê re gelek kar ji holê rabûn. Lê hîn jî hin pîşe hene ku li dijî vê yekê li ber xwe didin. Warê hoste Ezîz ê li Amedê yek ji van pîşeyan e.

Ji sala 1826'an dema kişandina wêneyê destpêkê û vir ve gelek tişt hatin guhertin. Piştre serdema wêneyên dîjîtal dest pê kirin. Telefonên mobîl jî li vê zêde bû. Mirov dikarin bêjin ku êdî bi kalîteyeke xurt wêneyê jiyanê dikare bê kişandin.

Pêşketina teknolojiyê kir ku gelek pîşe tine bibe. Yek ji wan jî tamîrkarî ye. Demeke dirêj e 'avêtin' ketiye şûna tamîrkirinê.

Lê belê hîn jî gelek hosta hene ku karê wan her didome. Yek ji wan jî warê hosta Ezîz ê li Amedê ye.

Azîz Kûrt ji aliyê gelek mirovên ku li bajêr karê wêneyan dikin tê naskirin.

Ji sala 1995'an ve karê tamîrkirina makîneya wêneyan dike. Dema ku li gel zavayê xwe Mehmet hosta dest bi vî karî kir hîn 14 salî bû.

Ezîz dibêje, "Min li vê dikanê li ber destan dest bi vî karî kir, niha karê xwe bi hostatî didomînim."

Ezîz hosta 24 sal in vî karî dike. Ezîz hosta qala dema niha û ya beriya niha dike: "Beriya niha wêne bi makîneyên analog dihatin kişandin. Piştre jî fîlmên dihatin kişandin li odeyeke tarî bi aveke kîmyewî dihatin şuştin û piştre li kaxizê dihatin weşandin. Di dema vî karî de bermahiyên kîmyewî dihatin rijandin, tevlî avê û çem dibûn. Zerara xwe li xwezayê û zindahiyan hebû. Lê belê bi saya teknolojiya pêşketî makîneyên wêneyan ên dîjîtal hatin afirandin. Êdî dema fîlm bi temamî bi dawî bû. Mîna li gelemperiya dinyayê li Amedê jî bala mirovan diçe ser makîneyên wêneyan ên dîjîtal."

Kûrt der barê karê xwe de got, "Wê demê em jî bi fikar bûn. Ji ber ku heta wê demê min makîneyên wêneyan ên analog tamîr dikir, ji makîneyên dîjîtal fêhm nedikir. Lê belê bi demê re me jî jê fêhm kir. Di vî karî de jî bûm hosta, lê belê hîn jî hîn dibim, gelek tişt hene ku divê mirov hîn bibe."