Di nava xwarina pitikan de rêjeyeke zêde ya şekir heye!

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di nava xwarina pitikan de ya li gelemperiya dinyayê tê amadekirin û firotin, rêjeya şekir gelekî zêde ye ku dikare ji bo tenduristiyê metirsîdar be.

Li gorî daxuyaniya WHO'yê derdora 8 hezar xwarinên amade yên li 500 firoşgehan hatin lêkolîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava nîvê xwarinên hatin lêkolîn de 30 ji sedî yê kaloriyê wan şekir û yek ji sê paran jî şekirê zêdekirî ye.

WHO'yê diyar kir ku xwarina ji şekirê zêde dikare kîloyê pitikan gelekî zêde bike û zerarê bide diranê wan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pitikên xwarinên bi vî rengî dixwin, dema ku mezin dibin jî dixwazin xwarinên bi şekir bixwin û bi vî rengî bi wan ve tên girêdan.

Her wiha pêşniyar tê kirin ku di şeş mehên destpêkê de pitik tenê bi şîrê dayikê bê xwedîkirin.

Her wiha pêşniyar tê kirin ku ji bo pêvajo piştî şeş mehan heta du salan, li şûna şîrê amade pitik bi xwarina li malê tê amadekirin bê xwedîkirin.