Li Sûriyeyê çi bû, kê çi got…

Şerê li Sûriyeyê yê ku heft sal in didome, bi êrîşa DYA, Fransa û Îngîltereyê derbasî qonaxeke din bû.

Piştî êrîşa li herêma Dûma ya Gûtaya Rojhilat a di 7’ê Nîsanê de welatên rojava rejîma Sûriyeyê sûcdar kirin ku rejîmê çekên kîmyewî bi kar aniye. Piştî gefa bi rojan û car caran peyamên nermbûnê, DYA û hevkarên wê dest bi operasyonê kirin.

Di 13’ê Nîsanê de Serokê DYA’yê Donald Trûmp tevî Fransa û Îngîltereyê fermana êrîşê da. Rêveberên her sê welatan diyar kirin ku wan êrîşên bi hedef kirine û ev êrîş bersiva êrîşên kîmyewî ye.

Li gorî DYA, Fransa û Îngîltereyê sê hedefên têkildarî çekên kîmyewî hatine bomberdûmankirin. Yek li nêzî Şamê yên din jî li herêma Humusê.

Li gorî peyamên DYA, Fransa û Îngîltereyê tê dîtin ku nexwestine li hedefên Rûsyayê bidin. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ev hedef berê hatibûn valakirin.

Rûsya, Tehran û Şamê êrîş şermezar kir. Yekîtiya Ewrûpayê, Elmanya û Siûdî Erebistanê piştgirî dan êrîşê. Tirkiye rojek berê diyar kir ku rewş nerm bûye, lê piştî ku êrîş pêk hat ‘piştgiriya’ xwe eşkere kir. Rêveberiya Bexdayê diyar kir ku êrîş ‘firsendê ji terorîzmê re’ çêdike. Fransa diyar kir ku ew gihiştine armanca xwe û beşeke girîng a çekên kîmyewî hatine îmhakirin. Rûsyayê jî diyar kir 103 fuze hatine avêtin û pêşiya 71 fuzeyan hatiye girtin.

Va ye geşedanên piştî êrîşê: