Îngiltere û Fransa: Mudaxele sînorkirî bû

DYA, Fransa û Îngiltere derbarê êrîşa li ser Sûriyê daxuyaniyan didomînin. Parîs û Londrayê derbarê êrîşê daxuyanî dan.

Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May derbarê êrîşê li ser Sûriyê daxuyanî da, got welatê wê destak daye û got, ‘’Ji bilî hêzê ti hêzeke dî ya alternetîf nebû’.

May diyar kir ku hêzên çekdar ên Ingilîz bi mebesta kêmkirina kapasîteya çeka kîmyewî ya rejîma Sûriyê û astengkirina wê fermaneke êrîşê ya bi koordine û bi armanc dane.

May got: ‘’Ji bo ku em rejîma Sûriyê ji bikaranîna çekên kîmyewî dûr bixin ji hêzê pê ve ti alternatîf tinebû’ û bi domdarî wiha  got: ‘’Ev tevger naye wateya destwerdana li şerekî navxwe û guherandine rejîmê. Tevger wê rageşiya li herêmê geş neke, ji bo ku sivîl kêmtir bibin tişta hewce wê bike û derbeke bi armanc e.’’

MACRON: JI XETÊ DERBAS KIRIN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got, ‘’Em destûrê nadin ku li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî normalîze bibe’ ‘û diyar kir ji xetê derbas bûne. Macron got, ‘’ji bo ku bi dehan mêr, jin û zarok bi çekên kîmyewî hatin kuştin’’ fermana êrîşê dane.