DYA, Fransa û Îngîltereyê li Sûriyeyê xist- NÛ BÛ

DYA, Fransa û Îngîltere bi moşekan li cihên leşkerî yên li paytexta Sûriye Şamê xist.

DYA, Îngîltere û Fransa dest bi mûdaxele kirina rejîma Esad kirin. Hate ragihandin ku nuqteyên leşkerî yên li paytexta Sûriye Şamê hatiye xistin. Êrîş bi fermana Serokê DYA’yê Trûmp pê hat û hate ragihandin ku 20 ji sedî hêza parastinê ya Sûriyeyê hatiye îmha kirin.

Di êrîşê de moşekên Tomahawk yên binê deryayê hatin  bikaranîn, balafirên Îngîlîz û Fransayê jî piştgirî dan. Balafirên Îngîlîz li depoya kîmyewî ya li Hûmûsê xist. Balafirên tîpa Rafale ya Fransayê jî rabûn. Di êrîşê de zêdetirî 100 moşekên Tomahawsk hate bikaranîn.

LI KÎJAN DERAN HATE XISTIN?

Pentagonê têkildarî êrîşê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê li Mûhafizên Komarê, Balafirgeha Dûmeyr, derdora Balafirgeha Navnetewî ya Şamê, Navenda Lêgerîna Zanîstî ya Cemeyre, sîstema parastinê ya hewayî ya li Çiyayê Kasyûn, nuqteyên leşkerî yên li herêma Kalamûn û Kîsve hatine xistin.

NATO PIŞTGIRÎ DA

NATO jî daxuyaniyek da û bi fermî piştgiriya êrîşa li dijî Sûriyeyê kir.