Rûsyayê nerazîbûneke çawa nîşanî êrîşa li ser Sûriyeyê da?

Artêşa Rûsyayê diyar kir ku ji nav 103 fuzeyan 71 fuze hatine îmhakirin.

Serokê Daîreya Tevgera Sereke ya Serokatiya Artêşa Giştî ya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rûdskoy têkildarî êrîşa li ser Sûriyeyê daxuyanî da ya ku bi hevkariya DYA, Fransa û Îngîltereyê hatibû kirin.

Rûdskoy got ku, “Li gorî daneyên di destê me de 103 fuzeyên krûz hatine avêtin û pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê pêşiya 71 fuzeyan girt.”

Rûdskoy diyar kir ku baregehên hewayî yên ku bûne hedef, tu xisar nedîtine û got, “Li gorî daneyên kontrola objektîf 4 fuze avêtine baregeha hewayî ya Dûvalî, 2 fuze ya Dûmayrî, 18 fuze ya Bley, 12 fuze jî avêtine baregeha hewayî ya Şayratê. Ev hemû fuze hatine îmhakirin.”

Rûdskoy diyar kir ku tesîsên li Humusê jî piçekî xisar dîtine yên ku dihat îddîakirin li vê derê xebatên çekên kîmyewî hene.

GEFA S-300

Generalê Rûs got ku, “Çend sal berê li ser daxwaza welatên rojava me dev ji vî tiştî berdabû ku em pergalên S-300 li Sûriyeyê bi cih nekin. Lê piştî van êrîşan belkî em vî tiştî têxin rojeva xwe. Ne bi tenê li Sûriyeyê, belkî em sewqî welatên din jî bikin.”

PÛTÎN BANG LI KONSEYA EWLEKARIYÊ KIR

Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî diyar kir ku krîza li Sûriyeyê li ser hemû têkiliyên navneteweyî xisarên xwe hene. Pûtîn bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û xwest ji bo şermezarkirina van çalakiyên DYA û mutefîkên wê, bila bicive.

Pûtîn got ku, “DYA ji xwe re hincetan çêdike û dibêje çekên kîmyewî hatine bikaranîn.  Pisporên leşkerî yên Rûsyayê çûn cihê bûyerê tu klor an jî maddeyek jehrî tespît nekir.”