Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

YE û Berlînê piştgirî da êrîşa li dijî Sûriyeyê

Serokê Konseya Ewropa Donald Tûsk ragihand ku di mijara mûdaxeleya leşkerî de, ya li dijî Sûriyeyê de Yekîtiya Ewropa ‘wê li gel îtîfaqên xwe cih bigre”

Donald Tûsk li ser Twîtterê daxuyanî da û got Yekîtiya Ewropa “wê li gel îtifaqên xwe be û wê li gel edaletê bin”.

Tûsk wiha jî got; “Êrîşên DYA, Fransa û Qralyeta Yekbûyî diyar dikin ku wê ev trajediya mirovî ya rejîma Sûriye, Rûsya û Îranê nedome û bê bedel nemîne.”

MERKEL: MÛDAXELEYA LEŞKERÎ PÊWÎSTIYEK BÛ

Berlînê jî daxuyanî da û piştgiriya êrîşê kir. Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ragihand ku hikûmeta wan piştgiriyê dide ‘êrîşeke pêwîst û guncaw ya leşkerî”.

Merkel wiha got; “Em piştgiriyê didin berpisyartiya îtîfaqên xwe Emerîka, Fransa û Îngîltereyê. Mûdaxeleya leşkerî pêwîstiyek bû û guncaw e.”

Merkel roja Pêncşemê daxuyniyek dabû û ragihandibû ku wê di mûdaxaleyekî leşkerî de cih negrin.