Enqere: Em piştgiriya êrîşa li dijî Sûriyeyê dikin!

Tirkiyeya ku bi daxwaza Rûsyayê Efrîn û gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye, ragihand ku piştgiriyê didin êrîşa DYA a li dijî Sûriyeyê.

Daxuyanî ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Tirk ve hate kirin û hate gotin ku piştgiriyê didin êrîşa DYA, Îngîltere û Fransa ya li dijî Sûriyeyê.

Serokkomarê Tirk Erdogan duh û pêr daxuyanî dabû û gotibû ew bi  Pûtîn û Trûmp re axivî li Sûriyeyê ‘niha rewş nerm e’. Erdogan gotibû wê li dijî Sûriyeyê êrîş pêk neyê.

Lê belê piştî êrîşê rêveberiya Enqerê ragihand ku piştgiriya êrîşê dikin.

Tirkiyeya ku li Sûriyeyê bi koordîne bi Rûsyayê re tevdigere, li dijî vê helwesta Moskava ya li dijî Enqerê cihê meraqê ye.