Sefîrê Rûs Antonov: Êrîşa leşkerî heqareta li Pûtîn e!

Sefirê Rûsya yê Washîngton Anatolî Antonov, mûdaxeleya leşkerî ya hêzên Rojava ya li dijî Sûriyeyê got, “Heqareta li Serokê Rûs e”.

Sefrîrê Rûsya yê Washîngtonê Antonov daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Me ji bo êrîşên bi vî awayî hişyarî dabû.”

Antonov got ‘hişyariyên me ne hate dîtin’ û ji bo êrîşa DYA, Fransa û Îngîltere ya li dijî Sûriyeyê jî weke “Heqareta li Serokdewletê Rûs” bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Karê Hindir yê Rûsyayê jî li ser Facebookê daxuyaniyek da û wiha got; “Ev êrîş derbeyeke li dijî paytexta dewleta desthilatdar ku bi salane di nava êrîşên terorîst de maye û dixwaze xwe li ser pêyan bigre ye. Sûriyeye di demek wiha deye ku şanxê pêşerojeke aştiyane girtiye.”