Esad: Li dijî terorîzmê biryardariya me xurt bû

Serokkomarê Sûriyê Beşar El Esad piştî êrîşa DYA, Ingiltere û Fransayê bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re bi telefonê axivî.

Esad bi telefonê ji Rûhanî re got, ‘’têkoşîna dijî terorê ne kêmî  ya berê ye’’.

DYA, Fransa û Ingiltere bi sûcdariya ku 7’ê Nîsanê li Dumayê çeka kimyewî bi kar anîbû moşek avêtibûn Sûriyê û ji hewayî ve êrîş anîbûn.

Rêveberiya Şamê bi daxuyaniyê ji bo êrîşê got, ‘barbar’ û got Rojavayî nahêlin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî werin xebatan bikin. Tê payin ku rêxistin Şemiyê li Dumayê lêkolînê bike.