Li Sûriyeyê li kîjan nuqteyan hate xistin?
Nuqteyên ku DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriyeyê êrîş biribûn ser diyar dibin.
Nuqteyên ku DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriyeyê êrîş biribûn ser diyar dibin.
Reutersê lîsteya nuqteyên ku di êrîşa DYA, Îngîltere û Fransa ya li dijî Sûriyeyê de eşkere kir.
Li gorî nûçeya Reutersê navenda lêgerînê ya li Barzeh û depoya leşkerî ya li Hûmûsê bûn hedef.
Li aliyê din baregeha leşkerî ya li herêma Dîmas ku nêzî sînorê Libnan e û dikeve rojhilatê paytexta Şamê bûye hedef.
Tesîseke li Masyaf ku dikeve bakurê Şamê, şaxê Navenda Lêgerîn û Xebatên Zanîstî ku tê îdîakirin rêxsitinên îstixbaretê yên Masyaf Rojavayî sala derbas bûyî çekên kîmyewî dihilberînin, bûye hedef.
Depoyên leşkerî yên li herêma Kalamûn ku dikeve bakurê rojhilatê Şamê. Herêma Kiswah a dikeve başûrê Şamê. Tê bawerkirin ku ji derveyî Kiswahê Îran baregeheke mayînde ya leşkerî ava dike. Li aliyê din tesîsa ku Îsraîlê di meha Kanûna par de bi moşekan êrîş kiribû û hinek avahî îmha kirîbûn jî di nav deye.