DYA: Pêla pêşî ya êrîşê bi dawî bû

Wezîrê Berevaniyê yê DYA’yê Jîm Mattîn û Serek Erkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford gotin pêla pêşî ya êrîşa li ser Sûriyê bi dawî bûye.

Mattîn û Dunford bi daxuyaniyeke çapemeniyê gotin jet û moşekên Tomahawkê jî tevlî êrîşê kirine û sê tesîs bûne hedef.

Mattîn di daxuyaniya çapemeniyê de got, ‘’Armanca vê êrîşê ew e ku Serokdewletê Sûriyê Esad ji bikaranîna çeka kîmyewî dûr bixe. Vê kêliyê me tevgera bejahiyê nedaye ber xwe. Em bi Fransa û Ingiltere re vê tevgera hevkar dikin.’’

Mattîs derbarê êrîşê ev agahî dan: ‘’Pêla pêşî ya êrîşê bi dawî bû. Piştre em ê agahiyên berfirehtir derbarê tevgerê de bidin. Em û hevalbendên xwe didin û distînin.

Hûn jî pê dizanin ku li Sûriyê peydakirina delîlal pir zehmet e. Serokê DYA’yê ji bo ku berjewendiyên me yên netewî biparêze, bi hemû rayeyan e, me ev kir. Yek ji sedema ku me ev hedef dane ber xwe ew e ku em dixwazin ku nehêlin ku ziyan bigihe sivîlan. Bi wê armancê ye ku kêmtir ziyan bigihe herêmê û derdorê. Delîlên di destê me de berê nebûn û duh ketin dest me. Me ji nêz ve şopand û ji bo ku ziyan negihije derdorê me tevdîr standin.’’

ME AGAHÎ NEDA RÛSYAYÊ

Wezîrê DYA’yê got wan ji Rûsyayê re gotiye wê operasyonek bibe lê derbarê hedefan û demê agahî nedane wan.