Rûsya û Şamê têkildarî êrîşê daxuyanî da

Rûsyayê têkildarî mûdaxeleya DYA, Fransa û Îngîltere ya ji bo Sûriyeyê daxuyanî da. Moskova got ‘êrîş wê bê bersiv ne mîne’. Rêveberiya Şamê jî ragihand ku beriya êrîşê hemû baregehên leşkerî vala kirîbûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşa şevê din de baregehên hewayî û deryayî yên Rûsya ên li Sûriyeyê  nebûye hedef.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de wiha tê gotin; “Moşekên ku DYA û muttefikên wê şandin yek ji wan jî derbasî herêma bi berpisyartiya sîstema parastinê ya Rûsya   ya ku Tartûs û Hmeymîm diparêze nebûye.”

Li aliyê din rêveberiya Şamê ragihand ku beriya êrîşê ji Rûsyayê hişyarî wergirtine û baregehên xwe vale kirine.

Rayedarekî Sûriyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Reuters re axivî û wiha got; “Beriya êrîşê ji Rûsan me hişyarî wergirt û hemû baregehên leşkerî beriya çend rojan me vala kirin. Nêzî 30 moşek hatin avêtin û 1 ji sêyan jî hate îmhakirin.”