Qonaxeke nû di krîza Sûriyeyê de

DYA, Fransa û Îngîltere piştî ku daxuyanî dan dibe ku mudaxeleyê li Sûriyeyê bikin, li Sûriyeyê bi kêmanî li sê hedefan dan.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp bi saeta Ewrûpayê di saet 03.00’an de derket pêşberî kamerayan û diyar kir ku ‘Li hemberî çekên kîmyewî yên Beşar El Esad ê ku dîktatorê Sûriyeyê ye’ wî fermana êrîşê daye.

Trûmp diyar kir ku operasyon bi hêzên Fransa û Îngîltereyê hatiye kirin û spasî li herdu hêzan kir.

Serokê DYA’yê êrîşa li Dûmayê ya di 7’ê Nîsanê de kir hincet. Li gorî hêzên welatên rojava rejîma Şamê çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî Moskowa, Tehran û Şamê jî ev tişt ‘komplo’ û ‘mîzansen’ e.

Trûmp têkildarî êrîşa Dûmayê got ‘Ev ne karê mirovan e, ev qetlîam e’. Trûmp diyar kir ku ew dixwazin li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî tevdîrên tund bigirin û got, ‘Ev tişt di warê ewlehiya neteweyî de gelekî girîng e’

TRÛMP: EW Ê ÊRÎŞ BIDOMIN

Serokê DYA’yê diyar kir heta ku rejîm dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde ew ê ligel Fransa û Îngîltereyê ew ê êrîş bidomin.

Saetek piştî daxuyaniya Trûmp Wezîrê Parastinê James Mattîs û general Joseph Dûnford têkildarî êrîşê brîfîng dan. Mattîs û Dûnford diyar kirin ku sê hedef hatine lêdan û got, “Navenda pêşvebirin û testkirina çekên kîmyewî ya li Şamê, depoya çekên kîmyewî ya li rojavayê Humusê û cihekî fermandariyê ya li herêmê hatine lêdan.”

PENTAGON: SALA BORÎ MESAJ FÊM NEKIRIN ME ÎSAL TUND LÊ DA

Şefê Pentagonê got, “Sala borî wan mesaj fêm nekirin” û êrîşa bi 59 fuzeyên tomahawk ên di Nîsana 2017’an de ya li dijî baregehên rejîmê bi bîr anî. Mattîs got, “Vê carê me tund lê da. Ez bawer im me peyameke xurt da.”

Li gorî Rûsyayê nêzî 100 fuze hatin avêtin û gelek ji van fuzeyan ji aliyê hêzên parastina hewayî ya Sûriyeyê hatin zeftkirin. Hate diyarkirin rêveberiya Şamê li 19 fuzeyan dane. Pentagon ev tişt ne pûç derxist û ne jî piştrast kir.

Li gorî medyaya Rûsya û Sûriyeyê ev tesîsên bûne hedef berê ji ber tehdîdan hatibû valakirin. Ajansa nûçeyan a Sana îddîa kir ku 3 hezar kes birîndar bûne.

Di dema daxuyaniyê ya li Pentagonê generalê Fransayê Jean-Pîerre Montégû û generalê Îngîltereyê amade bûn lê neaxivîn.

AGAHÎ NEDAN RÛSYAYÊ

General Dûnford got ku berevajî êrîşa sala berê Rûsya di warê hilbijartina hedefan de nehatiye agahdarkirin.Dûnford diyar kir ku wan tenê ji bo li qada hewayî rastî hev neyên têkilî danîne.

TRÛMP: RÛSYA XWEDÎ LI GOTINA XWE DERNEKET

Trûmp diyar kir ku ji ber Rûsya xwedî li gotinên xwe derneketiye êrîşa dawîn pêk nehatiye. Moskowa di sala 2013’an de garantorî kiribû ku divê stokên çekên kîmyewî werin îmhakirin.

Trûmp got ku, “Divê Rûsya êdî biryara xwe bide gelo ew ê bixwaze bibe hêzeke aştî û îstîkrarê û tevlî neteweyên şareza bibe an na.”

FRANSA: LI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATE DAYÎN

Wezîrê Artêşê yê Fransayê Florance Pearly jî diyar kir ku çekên kîmyewî yên Sûriyeyê bûne hedef û got “Armanc ev e ku rejîm dîsa serî li çekên kîmyewî nede.”

Fransayê di vê operasyonê de firkateyn û balefirên şer ên li Behra Spî bi kar anî.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron piştrast kir ku hêzên Fransayê tevlî operasyonê bûne û nerazîbûn nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da.

MAY: TU ALTERNATÎFEKE DIN NEMA

Serokwezîrê Îngîltereyê Theresa May jî li Londrayê axivî û got, “Ji xeynî bikaranîna hêzê, tu rêyeke din a alternatîf nema.” May diyar kir ku wan serî li her cure rêyên dîplomatîk dane û ev hewldan her dem hatine pûçkirin.

Wezîrê parastinê yê Îngîltereyê Gavîn Wîllamson diyar kir ku operasyon gelekî baş derbas bûye û got, “Hemû hêzên me bi selametî vegeriyan û nîşaneyên pêşîn diyar dike ku mîsyon gelekî serkeftî derbas bûye.”

RÛSYAYÊ GAZÎ KONSEYA EWLEKARIYÊ KIR

Piştî êrîşan Rûsyayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ew van êrîşan şermezar dikin û got, “Rûsya vê êrîşa li ser Sûriyeyê bi tundî şermezar dike.”

HAMANEY: TRÛMP, MACRON Û MAY KRÎMÎNAL IN

Lîderê olî yê Îranê Ayettûllah Alî Hamaney jî êrîşa welatên rojava şermezar kir û ji Trûmp, Macron û May got ‘Ev kes krîmînal in.’ Hamaney got, “Vê êrîşa li ser Sûriyeyê sûcekî mezin e. Ez serokê DYA’yê, Serokkomarê Fransayê û Serokwezîrê Îngîltereyê sûcdar îlan dikim. Ew ê nikaribin tu tiştî bi dest bixin.”