Fransa: Niha operasyon nîne û peyam gihişt armanca xwe

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan têkildarî êrîşa li dijî Sûriyeyê got “Gihişt armanca xwe” û diyar kir ku beşek girîng yê çekên kîmyewî îmha kirine.

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Le Drîan ji BFMTV re axivî û wiha got; “Li Sûriyeyê em gihiştin armancê. Beşek girîng yê çekên kîmyewî hate îmhakirin. Di vê qonaxê de niha dewama operasyonan nîn e.”

Wezîrê Karê Derve yê Fransa diyar kir ku eger êrîşeke nû ya çekên kîmyewî çêbibe, wê ne di rewşa leşkerî de di rewşek din de mudaxele çêbibe.

Le Drîan wiha jî got; “Di mijara çekên kîmyewî de xeta sor ya ku neyê derbas kirin heye. Eger  bûyerek din bi rîsk çêbibe, wê şêweyê mudaxeleyê biguhere (...) Lê ez difikirim peyam hatiye fêmkirin.”