Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê li Stockholmê pêk hat

22. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê li salona Solna ya paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Ji gelek bajarên Swêdê Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

22. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-Swêd) û Yekîtiya Jinan a Sara ve hate orgnaîzekirin. Hevserokên NCDK-Swêdê Ferah Bozcali û Ridvan Altûn di destpêka festîvalê de bi xêr hatina beşdaran kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê Swêdê Ahmed Karamûs û Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi dorê axivîn.

Parlamentera Moderat (Mûxafazakar) Margeretha Cederfelt, Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga di festîvalê de nêrîna xwe ya li ser pirsgirêka Kurd eşkere kirin û diyar kirin ku piştgiriya wan a ji bo gelê Kurd wê dewam bike.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir, şerê ku dewleta Tirk li Rojava, Bakur û başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dike, dewleta Tirk xistiye nava krîzeke giran a siyasî û aborî û ev krîz wê roj bi roj mezintir bibe.

Kartal da xuyakirin, Yekîtiya Ewropa bi taybetî jî Elmanya ji bo berjewendiyên xwe alîkariyê didin Erdogan, lê belê wê bi ser nekevin. Kartal destnîşan kir, gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û hemû gelên Rojhilata Navîn pêwîste vê krîza ku Tirkiye di nav de ye weke firsendekê bi kar bînin.

Remzî Kartal bi dewamî got, heta ku dewleta Tirk li dijî Kurdan şer bike nepêkan e ku ji nava krîzê derkeve û bi bîr xist, ku dewleta Tirk li dijî Kurdan teknîka herî pêşketî bi kar tîne, lê bi ser nakeve.

Nûnerê KNK'ê yê Swêdê Ahmed Karamûs bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevahiya cîhanê ji gefa çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kir û helwesta welatên Ewropayê rexne kir:

"Kurdan li Rojava ji bo mafên mirovan, demokrasî û azaidyê şer kirin. Bi saya têkoşîna Kurdan gefên li dijî Ewropayê ji holê rabûn. Lê em spasiya welatên Ewropayê nabînin. Li gorî Serokkomarê Tirk Erdogan DAÎŞ terorîst nîne. Li gorî wî YPG/YPJ û PKK terorîst in. Weke KNK'ê em ji Yekîtiya Ewropayê û DYA'yê dixwazin ku li dijî Erdogan helwestê nîşan bidin û PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' derxîne."

Parlamentera Mûxafazakar Margareta Cederfelt diyar kir ku weke çavdêr ew tevlî hilbijartinên li Tirkiyeyê bûye û dîtiye ku hilbijartineke wekhev û durust nehatiye kirin, li Kurdistanê zext li gel hatiye kirin ji bo deng bidin AKP'ê.

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat anî ziman ku partiya çep li ber her şêwe êrîşên li dijî Kurdan radibe û ji hikumetê dixwaze ku helwestê nîşan bide.

Rîazat dagirkerî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin, Partiya Çep wê hîn bêhtir hewl bide.

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî da xuyakirin ku têkoşîna HDP'ê ne tenê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, armanca wan demokratîkbûn û azadiya Rojhilata Navîn e.

Taşdemîr bi bîr xist ku jin bi pêşengiya têkoşînê radibin û got, "Ev yek şoreşa jinê ye. Di vê têkoşînê de em bi tenê nînin. Em tevî hemû gelên bindest têdikoşin. Gav bi gav em nêzî armanca xwe dibin. Serketin wê ya me be. Em ê bi ser bikevin."

Koma muzîkê ya Latîn Amerîkayê 'Utopîa' jî ji bo piştgiriyê bide gelê Kurd, stranên hunermendê şoreşger ê ji Şîlî Vîctor Jara got.

Hunermendên Swêdî Stîna Bengs û Andreas jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd û piştre stranên xwe yên ji bo azadî û aştiyê gotin.

Di festîvalê de Koma Amara, Evîn, Elonora, Mehemed Hezexî, Mehmmed Taho, Kawa, Alî (Agirê Jiyan) hunera xwe pêşkêşkirin. Koma Govendê ya Sema ya Goteborê jî reng da festîvalê.