Weşanxane: Li fûara Amedê eleqeyek mezin ji Kurdî re heye

Weşanxaneyan diyar kirin ku tevî hemû zextan li fûara pirtûkan a Amedê eleqeyek mezin ji bo Kurdî tê nîşandan û nehatina TUYAP’ê ya 3 sal an a ji bo bajêr jî rexne kirin.

Bingehê fûara pirtûkan A.Ş (TUYAP) li Amedê cara destpêkê sala 2010’an fûara pirtûkan li dar xist û her sal bi hezaran xwenda serdana herêmê dikin. Herî dawî TUYAP’ê sala 2014’an 5’emîn fûar li dar xist û piştre bi hinceta ‘ewlehiyê’ ev 3 sal in naçe Amedê. Îsal li cihê mayî fûara 6’emîn hate lidarxistin. Fûar wê di navbera 25-30’ê Îlonê de vekirî be û hemû kesên xwenda dikarin serdana fûara pirtûkan bikin.

Weşanxaneyan nehatina TUYAP’ê ya ji bo Amedê a 3 salan, rêjeya beşdarbûna fûarê  û eleqeya ji bo pirt3ukan ji ANF’ê vegotin.

‘ELEQE Û BEŞDARBÛN ZÊDE DIBE’

Ji edîtorên Weşanxaneya Aram Ûlaş Guldîken nehatina TUYAP’ê ya ji bo fûarê ya bi hinceta ‘ewlehiyê’ rexne kir û wiha got; “Em vê hinceta rewa ya TUYAP’ê rast nabînin. Rojên destpêkê yên fûarê giştî lewaz derbas dibe. Li vir jî wisa ne. Lê roj bi roj eleqe û beşdarbûn zêde dibe. Li gorî rojên destpêkê rêjeya beşdarbûnê her diçe zêde dibe.

DIVÊ XWENDA BERÊ XWE BIDIN WEŞANÊN KURDÎ

Guldîken bi domdarî wiha got; “Weşanxaneyên Kurdî her dem bi îstikrarin. Eger eserek di wateya çandî de baş be xwênerên wê hê bêhtir zêde dibin. Ji ber ku xwêner hemû tiştî naxwînin û her dem weşanên bi qalîte dixwînin.”

‘JI WEŞANÊN MÎLÎTARÎST Û PAŞVERÛ RE ELEQE NAYÊ NÎŞANDAN’

Koordînatorê Weşanxaneya Dara Bawer Berşev jî nehatina TUYAP’ê ya ji bo Amedê rexne kir û wiha got; “Ev 3 sal in TUYAP nayê Amedê. Lê beriya ku qeyûm tayînê şaredariyên me bikin şaredariyên me nebûna TUYAP’ê ne dida hîskirin û fûar lidarxist. Lê piştî qeyûm hatî tayîn kirin me carek din ev ne dît.''

‘TEVÎ ZEXTAN DI KURDÎ DE ISRAREK HEYE’

Koordînatorê Weşanxaneya Sor Bûrhan Çoşar jî rêjeya beşdarbûna fûarê nirxand û wiha got; “Di rastiyê de ev der erdingariyekî ya şre û di salên dawî de şerekî giran lê qewimî. Ger rêjeya beşdarbûnê kêm jî be ev jî bandora rewşa şer e. Dîsan bandoriyên krîza aborî heye. Li aliyê din di fûarê de eleqeyek mezin ji bo Kurdî heye. Tevî hemû zext û zoriya jî di zimanê Kurdî yê hatî qedexekirin de îsrarek heye.”

PROFÎLA XWENDINÊ

Edîtorê Weşanxaneya Dîpnot Emîr Alî Turkmen jî keyfxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina fûarê ya piştî 4 salan li Amedê anî ziman û wiha got; “Amed ji bo me bajarekî binirx e ku beriya 4 salan fûara pirtûkan lê hate lidarxistin. Ger em li profîla xwendinê binêrin beriya 4 salan profîlekî polîtîk hebû. Lê niha jî profîla civakên polîtîk hê kêmtir xuya dike. Hê bêhtir profîlekî ku bêdeng heye. Mirov dikare vê bi rêveberiya rejîma rewşa awarte re girê bide ku li cihekî weke Sûr piştî 4 salan me dît rewşeke xeyalî ye. Sûra berê nemaye ku berê em dihatin dirûniştin û me keyf lê dikir. Lê tevî hemû tiştî hatina Amedê û bi xwêneran re civîn jî keyfxweşiyek mezin e.”