Çîrokên kesên xwe feda kirin: Barana Ewran

Pirtûka Denîz Bilgî, ''Barana Ewran /Di kozikên Kobanê de çîrokên berxwedanê'' (Bulut Yağmuru/Kobanê siperlerinde direniş hikayeleri'' derket. Pirtûk berxwedana Kobanê kiriye mijara xwe û ji 150 çîrokî pêk tê.

Pirtûka Denîz Bilgî, ''Barana Ewran /Di kozikên Kobanê de çîrokên berxwedanê'' (Bulut Yağmuru/Kobanê siperlerinde direniş hikayeleri'' derket.  Pirtûk bi desteka rojnameya Newaya Jinê hate hazirkini û beriya bi çend rojan ji Weşanxaneya Mezopotamyayê deket, pirtûk ji 207 rûpelan pêk tê. 150 çîrokên pirtûkê xwe dispêrên çîrokên rastî, pirtûk ji 2 beşan pêk tê. Beşê pêşî yê pirtûkê, çîrokên ku xwe digihînin Berxwedana Kobanê vedihewîne, beşê dî jî ji bo her roja 134 rojên berxwedana li navenda Kobanê çîrokek hatiye nivîsîn.

Denîz Bilgîn li ser pêşxebata pirtûkê got: ''Di nivîsînda çîrokan de me xwe sparte wan hevpeyvînan ku bi berxwedêran re hatibûn kriin, nîşeyên ji qadên şer, çavdêrî, rojname, ajans, nûçeyên televizyonan, dîmen, nivîs, belgefîm û arşîvên li bajêr û gelek metaryalên dî jî bûne alîkar''.

BAJARÊ BIÇÛK KU BI BERXWEDANÊ DINYA TÊ DE VEHEWIYA: KOBANÊ
Bîlgîn li ser pirtûkê got, ''Çîrokên wan kesan ku ji bo azadiyê li Kobanê xwe feda kirine vedibêje'' û domand: ''Ev bajarê biçûk bi berxwedana xwe bû cihekî wiha ku cîhanê karîbû lê vehewe. Ji hovîtiya DAÎŞ'ê ku kirin belaya serê gelên Rojhilata Navîn bi qasî mirovan, axê, aran ,avê, kêz û kurmikan jî ziyan dît. Pê re li çar hêlên cîhanê mirovên baş li ber xwe dan. Kobanê şanî me da, heke mirovên baş werin cem hev dikarin nebaşiyê têk bibin. Em minêkarê wan kesan in ku ji bo Kobanê li ber xwe dan. Ev pirtûk ji bo wan hate nivîsîn.''


Mirov dikar ji Weşanên Mezopotamyayê pirtûkê bi dest bixe.

Mesopotamien Verlags- und V

ertriebs GmbH Gladbacher Str. 407B, 41460 Neuss

Tel.: +49 (0) 2131/4069093,

Fax: +49 (0) 2131/4029562

Email: [email protected],

‪wwww.mezopotamyayayinevi.info