Hozanê ku temenê xwe dayî hunerê: Zulfî Yoldaş

Zulfî Yoldaş ê ku li Sûrê dijî, bi 17 pirtûkên helbest ê û bi denhan stran û 100 hezar erbane temenê xwe daye hunerê.

Zulfî Yoldan (68) ku li Sûra Amedê erbane û daholan çêdike, bi navê xwe yê ku tê naskirin Aşiq Zulfî Yoldaş ev 51 sal in bi saz û erbanê hezkirina xwe ya li Amedê ji dilan re dibêje. Yoldaş dibêje rojekê derwîşek hatiye xewna wî û wiha wî rahiştiye sazê.

Yoldaş ê xwedî 6 zarokan dibêje ji 17 saliya xwe ve li sazê dixe û got,''Ev 45 sal in li erbanê û 51 sal in li sazê dixim. Rojek ji rojan ku em li serê ban radizan şevekê di xew de min xwe li odeyekê dît ku 35-40 kes li dima, derwîşekî rihspî hate hundir, li ser saza dîwanê û saz dida kê nikarîbû lê bixin, da min, got, ''Kurê min rahêje vê sazê û lêxe''. Min rahiştiyê û lêxist. Min lêxist. Derwîş hînî min kir. Wê demê min lêdixist û distra, nayê gotin. Piştre diya min ez şiyar kirim û got tu çima distrî. Min jî xewna xwe gotiyê. Piştre çûme Stenbolê Tahtakalyê û bi 35 lîreyan min saz kirî. 5 salan li Heybelî Adayê mam. Di 5 salan de hînî vê ilmê bûm.''

'BI EYŞE ŞAN RE EM ÇÛNE TURNEYAN'

Yoldaş got cihê Amedê li cem wî cihê ye, ew biçe kû jî bêriya Amedê dike. Yoldaş got ew cîranê Ayşe Şan bûn û got, Ayşe Şan ji ber birayê xwe reviya çû Stenbolê û plak derxist, dema ku strana Lawikê Metînî û Xezal got milet pir jê hez kiriye û, 1977'an Ayşe Şan dest bi turneyan kiriye, wê demê wî jî li Gazînoya Çaglayan lê dixit û dema ku Şan dest bi turneyan kiriye, bangî wî jî kiriye.

'HUNER NE WEKE BERÊ BAŞ E'

Yoldaş her wiha diyar kir ku 17 pirtûkên helbestan nivisiye, 3 kasêtên wî hene û heta niha ji 100 hezarî zêdetir erbane çêkirine.

Yoldaş her wiha got, di nav hunermendan de kesên biaqil ên weke berê nemane û niha huner ne weke berê baş e''