Li Heskîfê talan didome

Dewleta Tirk li Heskîfê dîroka 12 salî talan dike. Îro jî tirbek ji cihê xwe hate rakirin û birin cihekî din.

Heskîfa 12 hezar salî ji ber Bendava Ilisûyê tê wêrankirin û hin berhemên dîrokî jî dibin cihên din. Tirba li Zaviyeya Îmam Abdûllah birin Arkeoparkê. Bi 37 krîkoyên hîdrolîk û bi wesayîta SPMT ya 256 tekerên wê hene, tirb birin cihekî din.

Di dema barkirinê de polîs û jendirmeyan dora qadê girtin û Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê DSÎ’yê Mûrat Dagdevîren ev agahî da, “Li Heskîfê 5 berhem ji cihên xwe ew ê werin rakirin û ew ê li cihekî din werin danîn. Karê me yê li vir ew ê bidome. Camiya Kizlar, Camiya Suleyman Han, Camiya Koç, Camiya El-Rizik, deriyê navîn û cihên din ên girîng ên mîmarî hene. Hinek jê ew ê ji cihê xwe were rakirin û hinek jî ew ê werin parastin. Ji bo parastina şikeftên li Geliyê Dîcleyê jî xebatên me didomin.”

Minare û beşa muştemilatê ya di nav Zaviyeya Îmam Abdullah di rojên pêş de ew ê cihê xwe rakirin û li cihekî din were danîn.