Dengbêj Koçer: Her klam dîrokek e

Dengbêj Evdilezîzê Koçer got, "Divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi klamên xwe bikin belge." Û bang li civata dengbêjan kir ku reseniya berheman xera nekin.

Dengbêjî weke wêjeya devkî ya dîroka Kurdan tê dîtin. Dengbêj Evdilezîzê Koçer (Abdulazîz Şîmşek) ji ajansa me re qala dengbêjiyê kir.

'DENGBÊJÎ DÎROK E, WÊJE YE, EŞQ E'

Koçer diyar kir ku dengbêjî ji bo wî gelekî hêja ye û got, "Piraniya mirovên niha ji tehma vê yekê bêpar in. Mehrûm dibînin, ji ber ku her klameke dengbêjan dîrok e, dîroka me ye. Bi dengbêjiyê re gelek bûyerên û kesayetên girîng ên gelê Kurd, mîna; Geliyê Zîlan, Şêx Seîd Efendî, Xalis Begê Cibrî tên nasandin. Dengbêjî eşq e, şer e, berxwedan e, dîrok e, wêje ye û gelek tişt e. Ji ber vê yekê dengbêjî ji bo min hunereke ku nirxê ê nayê pîvandin."

'EM LI BER RADYOYA ERÎVANÊ DICIVIYAN'

Dengbêj Koçer got, "Di dema zarokatiyê de radyoya me timî li ser frekanda Radyoya Erîvanê bû. Bi kêf û kelecaneke mezin me lê guhdarî dikir. Her ku dengê dengbêjekê/î jê dihat, em li dora radyoyê diciviyan. Wê wextê ez 15 salî bûm. Piştî ku teyp û kaset derketin, me êdî kaset ji xwe re peyda kirin. Qîmeta dengbêjan wê demê zêde bû. Eger li malekê dengbêj hebûya, ew mal vala nedima... Klamên wê wextê hatin afirandin her tim tên gotin. Dengbêjên niha mîna wê wextê nikarin berheman biafirînin."

'KLAM ŞÎFA XÊRÊ YE'

Koçer got, "Ez bawerim, her Kurdek dema ji dil li dengbêjekî guhdarî bike, wê bikeve bin bandora klaman" û bi dewamî got, "Ji ber ku ev huner bi taybetî hunera Kurdan e. Wê di her stranekê de parçeyek ji xwe bibîne, ya jî xwe di nava klamê de bibîne. Bi vê wesîleyê Meryem Xan, Kawiz Axa, Mihemed Arîf Cizrewî, Hesen Cizrewî û gelek dengbêjên nemir bandor li min kirin. Tevî van, ez klamên Keremê Malazgirî, Hiseyno Mûşî û gelek dengbêjên din dibêjim. Zêdeyî sed klaman dibêjim, ku mîna şîfa û dermanê birînan e. Ji ber ku pê bawer im ku klam şîfa ye, şîfa xêrê ye."

'KLAMEKE XURT LI SER KOBANÊ NEHATE AFIRANDIN'

Koçer bi bîr xist ku di çanda Kurdewar de dema ku li gundekî ya jî cihekî din mirovek dimir an jî dihate kuştin, bi mehan şîn dihate girêdan, klam li ser dihate gotin û wiha dewam kir: "Niha jî pêwîstiya me bi gelek klamên dengbêjiyê heye. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi klamên xwe bikin belge. Divê em hilberînin. Mesela li ser Kobanê di nava mehekê ya jî du mehan de klamek nikare bê afirandin. Bê afirandin jî wê kêm be, ne kûr be. Berhemek ji bo Kobanê bê çêkirin, divê bi salan kar li ser were kirin û naveroka wê bê dagirtin. Yanî klameke ku cihekî xurt bide berxwedan û dîroka Kobanê divê bê amadekirin. Bi dîtina min, niha derfetên me zêdetir in ji bo afirandinê."

'DIVÊ EM HILBERÎNIN'

Dengbêj Koçer anî ziman, dengbêjî hunerek e ku jidayikbûnê dest pê dike û got, "Bêguman niha gelek mirovên me yên dildarê dengbêjiyê hene, gelek ciwanên me hene ku dixwazin xwe di vî warî de perwerde bikin. Tevî astengiyên sîstemê jî, saziyên me yên çandê û malên me yên dengbêjiyê hene ku dikarin perwerde û destekê bidin van mirovên me. Eger bi mirovên hatine xwe perwerde bikin cewher hebe, ji xwe wê derkeve holê."

'EM XIYANETÊ LI DÎROKA XWE NEKIN'

Di dawiya axaftina xwe de Koçer bang li civata dengbêjan kir û ji wan xwest ku reseniya klamên ku distirên xera nekin. Koçer got, "Eger reseniya gotinên klaman bê guhertin, wê wextê wê dîroka me jî bê guhertin. Ev yek heqaret û xiyaneteke mezin e li dijî gel."