Hejmara 7 a Psychology Kurdî derket

Hejmara 7’an a yekemîn Kovara Derûnnasiyê ya Kurdî Psychology Kurdî bi naverokeke dewlemend derket.

Hejmara 7’an a Kovara Psychology Kurdî ku kovara yekemîn a derûnnasî ku tenê bi Kurdî ye derket.

Di hejmara nû de li ser mijara ‘kesayetî’ weke mijarekî dosya hatiye sekinandin û nivîsên têkildarî wê hatiye weşandin.

Mijarên divê hejmarê de jî wiha ne:

”Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan “Ziman, Raman, Derûnî û Civakê”

Derûnbijîşk Dr. Erdogan Ozmeni “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “ê din”

Fırat Sozerî bi vê hejmarê bi wergereke ji Rûsî alîkariya me dike ku di vê nivîsê de Romanovîç T. L rola jinan di pêşketina psîkanalîzê de rave dike.

Prof. Dr. Doğan Şahîn di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn û me pê re bi berfirehî di warê kesayetiyê de bo xwendevanên xwe hevpeyvîneke têr û tijî kir da ku jê sûd wergirin.

Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya “Alfred Adler û Derûnnasiya Takekesî”yê behsa Adler dike û bîrdozî û têgehên ku bi kar anîne dide nasîn.

Derûnnas Mihemed Elî Alûcî bi gotara xwe ya bi navê “Sullivan û Bîrdoziya Wî”yê bi awayekî berfireh bîrdoziya wî ya kesayetiyê radixîne ber çavan.

Derûnnas Samed Dogan bi nivîsa xwe ya “Bêpergaliya Kesayetiyê ya Sewesî û Zorlêkirî” ji xwendevanan re taybetmendî, nîşane û dînamîkên vê bêpergaliyê vedibêje.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîsîstîk hûr dibe û bi hûrgûlî vê mijarê dinirxîne.

Derûnnas Rewşen Remakî bi gotara xwe ya bi navê “Frantz Omar Fanon û Kesayetiya Bindestan” derûniya mirovên bindest dinirxîne.

Derûnbijîşk û Psîkoterapîst Dr. Bernhard Mäulen karê xwe li Almanyayê didomîne û di beşa xwe de jî supervîzor e. Me bi Mäulen re derbarê sînorderbaskirinên zayendî di terapiyê de hevpeyvînek kir. Di vê mijarê de bo terapîst û nexweşan pirsgirêkên sereke û çareseriya wan bi hûrgulî hatiye ravekirin.

Mamoste Xelîl Semed bi nivîseke li ser edebiyat û psîkanalîzê tevlî me dibe û bi nivîsa “Aloziya Odîpus di Çîroka Eyloyê Pîr de” çîroka Kamiran Alî Bedirxan Eyloyê Pîr li gorî aloziya Odîpus şîrove dike.

Sînemager Ferat Kevir bi nivîseke li ser sînemayê rengekî nû dide kovarê û ji fîlmê Yılmaz Guney “Rê” karakterekî dinirxîne.

Herwiha Derûnnasê Klînîkî û Terapîstê Pirsgirêkên Zayendî Murat Caymaz bi “Çîrok Çi Dibêjin”, Derûnnas Esra Yilmaz bi “Derûnnasî”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi “Perwerdehiya Entegrasyonê” di nav rûpelên kovarê de cih digirin û mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv” jî Prof. Dr. Celîlê Celîl e.