Festîvala 8'ê Îlonê xwedî bernameyeke dewlemend e
Kurdistaniyên li Ewropayê xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re amade dikin.
Kurdistaniyên li Ewropayê xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re amade dikin.
Festîval wê 8'ê Îlonê li bajarê Dînslake yê Elmanyayê pêk were. Bernameyeke dewlemend a festîvalê heye.
Festîval wê ji aliyê Platforma Efrînê ve bê lidarxistin. Tê payin ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, siyasetmedarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, Şaredarên hin bajarên Îtalyayê, endamên Partiya Çep a Elmanyayê û endamên Partiya Keskan a Elmanyayê tevlî festîvalê bibin.
Koma Muzîkê ya TEV-ÇAND'ê, Mikaîl Aslan, Efkan Şeşen, Chopî, Hozan Diyar, Hozan Mizgîn jî wê derikevin ser dikê. Koma govendê jî wê hunera xwe pêşkêş bike.
Ji bo ciwanan jî wê konên semîner û panelan hebin. Tevî standên îmze û agahdarkirinê, wê gelek kon bên vedan.
Ji bo zarokan jî wê parkeke lîstikê hebe.