Pirtûka 'Şoreşa Rojava' kete ber destê xwendekarên Îranî

Pirtûka 'Şoreşa Rojava' ku Kampanyaya Tatort Kurdistanê 2015'an bi Elmanî çap kirî, bi çapa Farsî giha ber destê Îraniyên li Swêdê.

Nivîskarê pirtûkê, Muhendisê Sirûştê Ercan Ayboga got di pirtûkê de piştî raperîna 2011'an ya li Sûriyê Berxwedana Rojava ya ku 19'ê Hezîrana 2012'an des tê pê kirî û pêvajoya Şoreşa Rojava nivisiye. Ayboga got 2014'an bi rêxistinên civakî, nûner û aktîvîstên YPG-YPJ'ê re, bi gel re ropartaj kirine û pirtûk hazir kirine.

'ŞOREŞA ROJAVA PÊŞDARAZ ŞIKANDIN'

Ayboga got destpêkê geşedanên li Rojava di ser medyayê re şopandiye, piştre biryar daye ku biçe Rojava û li wir lêkolînê xwe bike, diyar kir  armanc ew bû ku bûyerên li wir bi rengekî bêalî, bi rengekî berbiçav ji bo gelên cîhanê ragihînin.

Ayboga got Şoreşa Rojava pêşdarêzên hêzên navnetewî û gelên Sûriyê ku rejîma Esad di nav gel de ava kirî, şkandiye, tevlêbûna jinan a li nav şoreşê dînamîzmek derxistiye holê.

'NE JI JINAN BÛYE WÊ ŞOREŞ LI SER PIYAN NEMAYE'

Aybogan ji her hêlê ve hebûna jinan a di nav Şoreşa Rojava û avakirina civakî de pir girîng bû û got heke jin ne di nav şoreşê de bûna şoreş wê nikaribûya li ser piyan bimîne.

LI 9 ZIMANAN HATE WERGERANDIN

Ayboga got pirtûkê gelek nav daye û got, ''Pirtûk li 9 ziman hate wergerandin. Wê li 3-4 zimanê dî jî were wergerandin. Di nav 2 mehan de wê çapa Tirkî jî derkeve. Armanca me ew e ku em şoreşê bi belge bikin. Li şûna nîqaşên giştî yên siyasî me hewl da vebêjin bê ka li Rojava çi dibe. Hin pirtûkên dî jî hene ku behsa Şoreşa Rojava dikin lê ya me herî berfireh e.''

Ayboga her wiha got eleqeya li ser pirtûkê zêde ye, bi Elmanî çapa 4'an û bi Ingilîzî jî çapa 3'yan derketiye. Ayboga got, ''Şoreşa Rojava şoreşe rastî ye. Divê kes gumanê ji vê nebe. Di hêlên aborî, çandî û civakî de gelek veguherîn bi xwe re anîn''.