DYE'yê bang li Îsraîlê kir ku têkiliyên xwe yên bi Siûdî re asayî bike

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken bang li Îsraîlê kir ku têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re asayî bike.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê, Antony Blinken di çarçoveya tûra xwe ya herêmî de ji Tel Avîvê ber bi monarşiya dewlemendê petrolê Erebistana Siûdî bi rê ket. Blinken got, "Li gel bûyerên diqewimin jî ji bo dewamiya cihê Îsraîlê yê li herêmê firseneke mezin heye."

Blinken got, "Erebistana Siûdî wê navenda vê pêvajoyê be ku têkiliyên bi Îsraîlê re bê asayîkirin."

'DIVÊ BERSIVEKE WELÊ BÊ DAYIN KU RAGEŞIYA BI ÎRANÊ RE ZÊDE NEKE'

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinekn her wiha bang li Îsraîlê kir ku di bersiva ji bo Îranê de ya êrîşa 1'ê Cotmehê, rageşiyê hîn zêde neke.

Blinken got, "Gelekî girîng e ku Îsraîl bersiveke welê bide ku rageşiyê hîn zêde neke."