Lufthansayê heta destpêka sala 2025'an seferên li Tehran û Beyrûdê betal kir

Koma rêyên hewayî ya Elman Lufthansayê ji ber fikarên şer ê berfireh ê li Rojhilata Navîn, dema betalkirina seferên ber bi Tehran û Beyrûdê heta destpêka sala 2025'an dirêj kir.

Şîrketa rêyên hewayî Lufthansayê ragihand ku seferên ber bi Tehranê heta 31'ê Çileya 2025'an, seferên ber bi Beyrûdê jî heta 28'ê Sibata 2025'an betal kiriye.

Rêyên hewayî yên Swiss, Austrian Airlines, Brussels Airlines û Eurowings di koma Lufthansa de ne.

Di daxuyaniyeke cuda ya Swiss de hate ragihandin ku ji bo misogeriya rêwiyan û personelan wê seferên ber bi Beyrûdê heta 18'ê Çileya 2025'an bêne betalkirin.