BI DÎMEN

Gerîlayên HPG'ê: Dijmin wê ti carî bi ser nekeve

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Şêrawa û Ronî Dêrik destnîşan kirin ku heta ew bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan têbikoşin, wê dijmin ti carî bi ser nekeve.

ŞEHÎD BÊRÎTAN

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Şêrawa û Ronî Dêrik bi wesîleya salvegera 32'emîn a şehadeta ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Brûsk Şêrawa: Cihê berxwedana hevrê Bêrîtan ê di nava têkoşîna me de gelekî girîng e. Di şerê li Xakurkê de weke jineke Kurd a pêşeng li dijî dijmin û dagirkeran şer kir. Rol û mîsyona wê ya di nava têkoşînê de her tim bandor li me kir. Li dijî dijminê faşîst û qirker bi ruhê fedakar şer kir. Li hemberî banga 'teslîm bibe' ya dijmin bi sekna milîtaniya Apoyî bersiv da û xiyanet red kir. Weke şopdarên wê em ê di şer û têkoşîna xwe de xwedî li hevala Bêrîtan derkevin, li ser xeta wê ya berxwedanê bimeşin. Fermandara me Bêrîtan li hemberî xeta xiyanetê sekneke xurt nîşan da û li dijî xiyanetê xeta milîtanên Apoyî temsîl kir.

Weke şopdarên Bêrîtan ên li çiyayên Kurdistanê şerê me li tevahiya cîhanê deng veda. Ev şer bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê tê meşandin. Di çeperan de hevrêyên me yên ku bi ruhê şehîd Bêrîtan şer dikin, mîna Bêrîtan bersivê didin banga teslîm bibe ya dijmin. Ji ber ku berxwedan serketinê, teslîmiyet jî xiyanetê diafirîne. Têkoşîna ku em li çiyayên Kurdistanê dimeşînin serketinên mezin diafirîne. Hevala Bêrîtan çawa ku li Xakurkê xiyanetkar têk bir, em ê jî li her qadê xayinên noker ji vê xakê biavêjin û şerê azadiyê bi ser bixînin.

Gerîlayê HPG'ê Ronî Dêrik: Di sala 1992'an de bi pêşengiya hevala Bêrîtan li dijî xiyanet û dagirkeriyê sekneke bi lehengî hate nîşandan. Îro jî weke gerîlayên Kurdistanê em li ser xeta Bêrîtan têkoşîna azadiyê dimeşînin. Tevgera me ku têkoşîneke ewqasî mezin dimeşîne, bi keda Rêber Apo û şehîdên me gihîşt vê nuqteyê. Hevala Bêrîtan bi biryardarî, fedakarî, wêrekî û hevrêtiya xwe ji me re bû fermandareke mînak. Hevrê Bêrîtan aşiqa azadiyê bû, aşiqa fikrê Rêber Apo bû. Eger em îro dikarin li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê ewqasî bi xurtî bimeşînin, ev yek bi saya mîrateya berxwedanê ya hevala Bêrîtan e. Heta ku em bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan têbikoşin dijmin wê ti carî bi ser nekeve.