BI DÎMEN

'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin'

Ji pêkhateyên Ereb Heza Mihemed û Ebdulezîz El Elî diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo wê têkoşînê mezin bikin.

CÛDÎ ÎBRAHÎM

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo ku 44 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava hemû pêkhateyan cihê nerazîbûnê ye.

Hevserokê Meclîsa Girê Spî Heza Mihemed ji ANF'ê re li ser mijarê axivî û anî ziman ku Rêber Apo xwedî fikr û felsefeyeke ku xwedî girîngiyeke bêhempa dide neteweyan. Heza Mihemed got, "Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest rabû û gelên bindest jî rastiya azadiyê ya Rêber Apo fêhm kiriye. Li dijî kapîtalîzm û hegemonyayê rêyeke din pejirandine, ku ew jî fikrê Neteweya Demokratîk e."

Heza Mihemed ragihand ku projeya neteweya demokratîk ji hemû pêkhateyên li herêmê re bûye pêşeng û got, "Ne çînayetî, ne jî olperewstî an jî netewperestî, li dijî van herdûyan yekane rêya rast, Neteweya Demokratîk û biratiya gelan e. Em ê hêza gelê xwe û pêkhateyên Ereb û tevahiya neteweyên din ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin."

Endamê Nexweşxaneya Omer Elûş a Eyn Îsa Ebdilezîz El Elî jî diyar kir ku ew weke neteweya Ereb Rêber Apo ji bo xwe Rêberê Azadiyê û riya çareseriyê dibînin û got, "Divê em rastiya azadiyê di şexsê Rêber Apo de bibînin. Ev doz jî gelekî mezin e û di xizmeta hemû gelan de ye. Divê mirov zanibe azadî, welat û hebûn tê çi wateyê. Em vê yekê di fikrê Rêber Apo de dibînin. Divê di hemû rojên xwe ji sibehê de em zanibin ku têkoşîna me ya li ser vê axê çi ye û em ji bo çi dijîn. Divê em hewl bidin parêznameyên Rêber Apo fêhm bikin. Divê em xeta jina azad nas bikin."