ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dadgeha Bilind beraeta kujeran pejirand
Daîreya Ceza ya 1'emîn a Dadgeha Bilind biryara beraetê ya doza têkildarî 19 kuştinên kiryar nediyar ên di navbera salên 1993-1996'an de pejirand. -
AKP gelekî li çekan xerc dike
Aborînas Ozgur Muftuoglû anî ziman ku ji ber krîza aboriyê teserûf tê ferzkirin, lê belê lêçûnên li çekan zêde bûye û got, "AKP razemeniya herî zêde li vê derê dike." -
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DBP: Li Amedê li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê spasiya beşdarên mîtînga azadiyê ya li Amedê kir û diyar kir ku li dijî tecrîdê helwesteke zelal hate nîşandan. -
Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip hate binçavkirin
Edîtora ETHA'yê Pinar Gayip ku ji ber îfadedayinê çû qereqolê hate binçavkirin. -
Temellî: Muxatabê destpêkê li Îmrali ye
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatabê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “DEM Partî amade ye ku berpirsyariyê bigire ser xwe.” -
Girtî Bogûrcû li girtîgehê hate qetilkirin
Îbrahîm Bogûrcû yê 32 salî ku li Qoserê girtî bû, li girtîgehê hate qetilkirin. -
Milîsên HBDH'ê qemyonek îmha kirin
Milîsên Şoreş Semsûr ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo 'Bîranîna şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê' agir berdan qemyonek ku ji Stenbolê diçû Kocaeliyê. -
Li Amedê ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li navçeya Rezan a Amedê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Semsûrê 4 DEM Partiyî hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Tirk li navçeya Kolik a Semsûrê bi ser malan de girt û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Saît Dîlek jî di nav de, 4 kes binçav kirin. -
ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzer Sarica: Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica di çalakiya “Azadiyê” de axivî û xwest deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin û got: “Êşkenceyê ji holê rakin û deriyên Îmraliyê vekin.” -
Li Amedê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
Girseyê piştî mîtînga “Azadiyê” ya li Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” meş li dar xist. -
Bakirhan: Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mîtînga “Azadiyê” de axivî û bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da. Bakirhan, wiha got: “Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye.” -
Li gelek navendan Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin
Li gelek navendan “Mitînga Azadiyê” ya Amedê bi daxuyaniyan hate silavkirin û hate gotin: “Tevî her tiştekî jî gelê me li dijî tecrîdê dimeşe. Em ê tecrîdê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin.” -
Li gel astengiya polîsan jî gel ber bi mîtînga Amedê ve diherike
Ji bo mîtînga 'azadiyê' ku bi armanca misogerkirina azadiy Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Amedê tê lidarxistin, ji gelek bajaran gel bi rê ket, lê li astengiya bi rêk û pêk a polîsan rast hat. -
Milîsên HBDH'ê li 3 bajaran çalakî kirin
Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê li sê bajaran çalakî kirine. -
Ji çalakgerên Edene û Mersînê protestoya astengiya 'Mîtînga Azadiyê'
Kesên ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê ji Edene û Mêrsînê ketin rê, bi çalakiya rûniştinê astengkirina polîsan protesto kirin. -
ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Gel ji bo biçin Amedê li dijî astengiyên polîsan li ber xwe didin
Welatiyên ji Çanakkale, Balikesîr, Enqere û Colemêrgê ji bo biçin Amedê derketin rê, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Gel li dijî astengiyên polîsan dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. -
Rapora Neteweyên Yekbûyî: Bi cezayê dîsîplînê hevdîtin nayê sînordarkirin
Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina malbat û parêzeran nayê sînordarkirin û 65 pêşniyar ji Tirkiyeyê re hatin kirin. -
Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hate betalkirin
Parêzerê Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsîan ragihand ku cezayê darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî hatiye betalkirin. -
DEM Partî: Em erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Tulay Hatîmogullari şermezar dikin
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê erîşên nijadperest û zayendparêz ên li dijî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari şermezar kir. -
‘Girtiya nexweş Hatîce Onaran divê were berdan’
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de bal hate kişandina ser rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran a ÎHD’î û peyama “divê were berdan” hate dayîn. -
Di Kongreya Baroya Amedê de nerazîbûna li hemberî tecrîda Îmraliyê
Hevseroka Şaxa OHD’ê Gîzem Mîran di Kongreya Baroya Amedê de axivî û diyar kir ku desthilatdarî veguheriye şêwazekî faşîst. Gîzem Mîran nerazîn nîşanî tecrîda Îmraliyê da.