Çalakiyên silavkirina Roja Fedaîtiyê: 4 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê çalakî kirin. 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konteynirek û çeperek hatin îmhakirin.

ÇALAKÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Metînayê;

27'ê Hezîranê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Golkayê li hemberî dagirkerên hewl didan bi cih bibin bi sabotajê çalakî hate kirin. Saet di 13:00 de li heman qadê bi çekên nîv otomatîk dest li helîkopterên êrişê hate werdan.

27'ê Hezîranê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

27'ê Hezîranê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

28'ê Hezîranê saet di 10:30 û 29'ê Hezîranê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê 4 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de konteynirek û çeperek hate îmhakirin.

28'ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Zapê;

29'ê Hezîranê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

27'ê Hezîranê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

29'ê Hezîranê saet di 03:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girî Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

28'ê Hezîranê saet di 05:00, 12:50, 17:55 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

28'ê Hezîranê saet di 12:30 û 18:20 li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

16'ê Hezîranê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê Serê Metînayê carekê bi gazên kîmyewî û 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

27'ê Hezîranê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê bi droneyên bombebarkirî hate bombekirin.

27'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

27, 28 û 29'ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Şehîd Şerîf, Kendekola 7 caran, li herêma Garê qadên Gûzê, Girê Zengilê 2 caran, li herêma Qendîlê qada Girê Şehîd Cîhan 2 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê û Serê Metînayê 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Di encama bombardûmanan de li hreêmên Xakurkê, Qendîl, Garê, Zap û Metînayê agir bi qadê ket û şewat dewam dike.

27'ê Hezîranê saet di 18:00 de li herêma Metînayê gundê Dergelê 10 caran bi çekên giran û 4 caran jî bi balafirên şer hatbe bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi bax û baxçeyên gundiyan ket. Artêşa Tirk a dagirker û hêzên PDK'ê zext li gundiyan kirin ku gundê xwe biterikînin."