Doza darizandina rojnamevanê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, hate taloqkirin

Doza rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin û têkiliya wî bi derve re bi giştî hate birîn, dawiya dawî destpê kir. Lê hate taloqkirin.

Rojnamevan Silêman Ehmed ku beriya 250 rojî ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, rûniştina darizandina wî li Dadgeha Ceza ya Dihokê pêk hat.

Dadgehê rûniştina di rêzê de taloqî 29'ê Tîrmehê kir.

Silêman Ehmed piştî ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate revandin, 211 rojan ti agahî jê nehatibû wergirtin.

Ji ber nerazîbûna zêde, eşkere bûbû ku Silêman Ehmed li girtîgeheke asayîşa Dihokê ye û 22'ê Gulanê karîbû hevdîtina xwe ya destpêkê bi parêzeran re pêk bîne.

Piştî ku aqûbeta Silêman Ehmed diyar bû, Dadgeha Ceza ya Dihokê rûniştina destpêkê ya dozê weke 30'ê Hezîranê diyar kiribû.