Li Şirnexê gelek herêm hatin qedexekirin

Li Şirnexê Çiyayê Cûdî û Gabar jî di nav de gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

QEDEXEYA 15 ROJAN

Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Elkê, Qileban û Basayê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” hatiye îlankirin.

Herêma Bestayê ya girêdayî navenda Şirnexê, Çiyayê Gabarê yê di navbera navend û navçeya Basayê de, Çiyayê Cûdî yê di navbera Silopiya û Cizîrê de, Çiyayê Kêla Memê yê Qilebanê, Çiyayê Kato, Tehtareş û 8 herêmên din ên navçeya Elkê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Walitiya Şirnexê ragihand ku qedexe wê 1’ê Tîrmehê destpê bike, heta 15’ê Tîrmehê bidome.