Sevda Karaca: Em hêzên li pişta DEDAŞ’ê nas dikin

Cîgira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Sevda Karaca serdana malbatên kesên di şewata navçeya Şemrexê de jiyana xwe ji dest dane, kir.

SERDANA HERÊMA ŞEWATÊ

Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) û parlamentera Dîlokê Sevda Karaca û şandeya pê re serdana herêma şewatê kir. Karaca û şandeya xwe ewilî serdana Şaredariya Şemrexê kirin. 

Karaca di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi piştevaniya hev birînên xwe bipêçin. Karaca anî ziman ku ew dizanin kîjan hêz li pişta DEDAŞ’ê ye û ji bo xelkê herêma şewatê bê sûcdarkirin çi ji destê wan tê dikin û ew ê destûr nedin vê yekê. 

Karaca û şandeya pê re li gel hevşaredarên Şemrexê çûn serdana gundê Kelekê ku 10 welatî di şewatê de miribûn. Şande li Mala Şînê ji malbatan re sersaxî xwest. Şande paşê jî derbasî navçeya Çinara Amedê bû.