Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Hevrê Helmet wê di hişê gel de bijî

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi boneya 5'emîn salvegera şehadeta Helmet Gabar xwest ku di serî de gelê Başûr, gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend li ser jiyan, tevlêbûna wî ya di nava Tevgera Azadiyê û têkoşîna wî de bisekin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) di 5'emîn salvegera şehadeta wî de bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em şoreşgerê mezin endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrê Helmet-Diyar Xerîb, lehengê gelê Başûrê Kurdistanê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a qirker a dagirker de şehîd bû, di pêncemîn salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê hevrê Helmet de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, li ber bîranînên wan ên bi qîmet bejna xwe ditewînin û careke din soz didin ku em ê bîranînên şehîdan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

YÊN ME MEZIN DIKIN Û DIBIN SERKEFTINÊ ŞEHÎDÊN ME NE

Hevrê Helmet hevrêyekî hêja ye ku di nava Tevgera Azadiyê de rolên girîng lîstiye û kedên mezin daye. Hevrê Helmet bi qasî şoreşgerekî mezin bû, di heman demê de ronakbîrekî ku bi evîneke kûr gîrêdayî welatê xwe bû, xwedî hişmendiyeke bilind a dîrokî bû û di ramanê de her tim xwe kûr dikir. Hişmendiyeke kûr a welatparêziyê pê re hebû. Bi kelecaneke mezin gîrêdayî Kurdistan û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Welatparêzî bi zîhniyeta neteweya demokratîk re digihand hev û di paradîgmaya Rêber Apo de kûrbûnek mezin jiya. Bi kûrahî û zanîna xwe rê nîşan dida. Ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya tevgerê kedeke mezin da. Ew li ser çareserkirina pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dima, bi kûrahî difikirî. Bi van taybetiyên xwe bandorek erênî li hawîrdora şoreşgerî çêkir û hevrêyên xwe motîve kir. Hezkirina wî ya ji mirovahiyê re jî pir xurt bû. Bê cudahî qîmet dida hemû hevrêyên xwe û bi wan re eleqedar dibû. Ji ber van hemû taybetmendiyan ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Her wiha li ser Başûrê Kurdistanê bi kûrahî difikirî, xebat û hewl da ku gelê Başûrê Kurdistanê ku êşên mezin kişandine û bedelên giran dane, jiyana demokratîk û azad a ku heq kirine bijîn. Roja ku êrîş lê hat kirin û şehîd ket, bi rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû. Dema vê xebatê dimeşand bi êrîşê re rû bi rû ma û şehîd ket. Bê guman şehadeta kesekî wiha ji bo Tevgera me û gelê me windahiyeke mezin bû. Lê belê ji bo me şehîd rêya mezinbûn û bi hêzbûnê ne. Ji ber ku çavkaniya herî mezin a hêza me şehîd in. Zindîkirina bîranînên şehîdên ku me mezin kirine û gihandine serketinê, di pêkanîna armanc, daxwaz û têkoşîna wan de derbas dibe. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî feraseteke wiha ye. Di şoreşgeriyê de şehîd namirin. Ew nemir in, di dil û hişê mirovan de dijîn. Hevrê Helmet wê her tim di dil û hişê gelê Kurdistanê de bijî. Em wî careke din bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

DIVÊ JIYAN Û TÊKOŞÎNA HEVRÊ HELMET BAŞ BÊ FÊMKIRIN

Jiyana hevrê Helmet, tevlîbûna wî ya di nava Tevgera Azadiyê de û têkoşîna wî divê baş li ser were sekinandin û fêmkirin. Hevrê Helmet ji zû de xetereya ku hêzên hevkar û xiyanetkar îxanetê li nirxên ku gelê Başûrê Kurdistanê bi bedelên mezin afirandiye dikin dît û di encama vê nerehetiyê de dest bi lêgerînê kir. Berdêla van lêgerînan di xeta azadiyê ya ku Rêber Apo û PKK’ê temsîl dike de dît û bi heyecaneke mezin tevlî nava refên azadiyê bû. Dema ku mirov xeta hevkar, xiyanan gelê Kurdistanê bi xetereyeke mezin rû bi rû hiştiye tîne ber çavan, dibîne ku bê helwesta hevrê Helmet çiqas rast û watedar e. Di vî warî de divê hemû gelê Kurdistanê bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê sekin û helwesta hevrê Helmet baş fêm bike. Di serî de siyaseta kurd, rewşenbîr, nivîskar û hunermend divê li ser vê yekê bisekinin û bixin rojeva gel.”