Bêrîtan Guneş: Şewat, kuştineke bi zanebûn e!

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku şewat xemsariyeke ji rêzê nîne, lê polîtîkayeke bi zanebûn e û diyar kir, li cihê ku zerar li gel bû, rayedaran hewl dan berpirsyariya xwe veşêrin.

20’ê Hezîranê li qadeke navbera Amed û Mêrdînê şewat derketibû, 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, nêzî 80 kes birîndar bûbûn û bi sedan sewal di encama şewatê de miribûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev şewat encama îhmalkariya bi salan e, şewatên ji ber dîrekên elektrîkê yên kevn û nebaş ên TEDAŞ'ê derketine û ev rewş gelek caran hatiye ziman. 

ENCAMA ÎHMALKARIYA TEDAŞÊ YE

Bêrîtan Guneş, anî ziman ku şewatên li Kurdistanê rû didin, di encama îhmalkariyek mezin e û got ku dewlet bi zanabûn mûdexeleya agir nekiriye. Guneş, da xuyakirin ku walî rastiyê manîple dike û got ku ev helwesta wan xizmetê siyaseta şerê taybet dike. Guneş got, “Îhmalkariya TEDAŞ’ê rê li ber keraseteke mezin vekir. Em behsa dîrekên elektrîkê yên kevn û nebaş dikin. TEDAŞ bi salan e vê rewşê rast nekiriye. Berê jî nerazîbûn hebû. Gelek car şewat çêbûne, gel bi derfetên xwe vemirandine. Tevî ku bi salan e ev îhmalkarî heye, çareseriyek nehatiye pêşxistin. Li dijî gelên vê herêmê nêzîkatiyeke taybet heye. Li herêmeke Tirkiyeyê balafirên ku bi rehetî dikarin şewatê vemirînin, çima li Kurdistanê nakevin tevgerê? Ev bi awayekî eşkere diyar dike ku nêzîkatiyek taybet heye.”

HEWL DIDIN RAGEŞIYEK CIVAKÎ ÇÊKIN

Bêrîtan Guneş, li ser îdîaya walîtî û TEDAŞ’ê yên şewat ji ber pirêze derketine jî got ku, di demeke ku hê berhem nehatine rakirin de tu kes pirêze naşewitîne û wiha domand, “Ji xwe raporên pisporan jî tesbît kir ku şewat ji ber dîrekên elektrîkê rû daye. Li herêmê niha manîpulasyonek cidî heye. Şerek taybet li dijî gundên ku şewat lê rû dane tê meşandin. Hin kom hewl didin di nava gundiyan de têgihiştinekê wisa çêbikin, mîna ku kesekî hatiye û agir berdaye erdan. Dixwazin şêniyên gund bikin dijminê hev.”

JI BO GEL BANG HAT KIRIN

Bêrîtan Guneş, da xuyakirin ku ji ber kareseta pêk hatî gel gelek bandor bûye û got, "Banga me ya ji bo gelê me ev e; Divê em tu carî bi van polîtîkayên şerê taybet re gundiyên xwe nekin hedef. Ji aliyê şahidan û raporên destpêkê ve hat îsbatkirin ku ev şewat bi awayekî eşkere ji dîrekên elektrîkê derketine. Di van rojan de tê xwestin ku li herêmê tevlîheviyeke bi vî rengî were afirandin; Divê em di vê mijarê de gelekî baldar bin."