Dewleta Tirk gundiyên Amediyê bi zorê koçber dike

Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Mîsa Begî ya Kanî Masî bi cih bû. CPT bi daxuyaniyekî gotibû ku artêşa Tirk bi gef û zorê gundê Mîsa Begî ji mirovan xalî dike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi zorê li herêma Mîsa Begî ya li quntarên Çiyayê Metîna ya girêdayî bajarokê Kanî Masî bi cih bûye.

CPT da zanîn ku artêşa Tirk gef li şêniyên gundê Mîsa Begî xwariye, xwestiye di nava 24 saetan de gund biterikînin, leşkeran gef li wan xwarine ku nexwe ew ê bi zorê wan ji gund derbixin û gund bombebaran bikin.

Her wiha ragihand ku gundiyan duh ji tirsa gefa artêşa Tirk a dagirker dest bi valakirina gund kirine û bi gund îro bi temamî hatiye valakirin.