Cenazeyê Şefîk Esen hate veşartin

Cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ku li Eskîşehîrê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da, li gundê Başpinar ê Çinarê hate veşartin.

GIRTIYÊ NEXWEŞ ŞEFÎK ESEN

Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dihate ragirtin û piştî 40 rojên tedawiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbata Esen, endamên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), rêxistinên bajarê Amedê û navçeya Çinarê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû ve hate pêşwazîkirin. Cenaze piştre li gundê Başpinar ê Çinarê hate veşartin.

MALBAT WÊ GILIYÊ RAYEDARÊN NEXWEŞXANEYÊ BIKE

Esen ku bi hinceta parvekirinên li medya dîjîtal di 12'ê Sibatê de li navçeya Alaşehîr a Manîsayê hate binçavkirin bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' hate girtin.

Esen birin Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê û beriya 40 rojan ji ber nexweşiyan sewqî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê hate kirin. Esen ku gelek nexweşiyên wî yên kronîk hebûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiyê divihabû 3-4 hefteyan carekê xwîna wî bihata guhertin. Ji bo berdana Esen gelek caran serlêdan hate kirin lê belê daxwaz nehate qebûlkirin. Malbatê diyar kir ku ji mirina Esen Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê berpirsyar e û ragihand ku wê gililyê girtîgehê bikin.