Li herêma PDK’ê nuqteya kontrolê ya artêşa Tirk

Artêşa Tirk a dagirker li gundên di navbera Bazê û Bêrîzanê û her wiha li Bêrîzanê û Kanî Belavê yên herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê du nuqteyên leşkerî danî û kontrola nasnameyan dike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER, DU NUQTEYÊN KONTROLÊ DANÎ

Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundê Bazê û Bêrîzanî û her wiha gundê Bêrîzanê û Kanî Belavê yên li herêma Berwarî Bala ya navçeya Amêdiyê ya girêdayî bajarê Dihokê ku sînorê Iraqê û herêma PDK'ê ye bi giştî du nuqteyên kontrolê yên leşkerî daniye. Li nuqteyên kontrolê nasnameya welatiyên di wir re derbas dibin, tên kontrolkirin. Bi qasî 200 metre beriya û piştî gihaştina nuqteya kontrolê, bendên hesin li aliyê rastê û çepê hatin danîn da ku wesayît nekaribin bi lez biçin. Dîsa nuqteya kontrolê bi bendên mezin ên betonê aliyê rastê û çepê yê rê girtiye. Leşkerên li nuqteya kontrolê ji baregehên li wê herêmê tînin wan nuqteyan.

CARA EWILE NUQTEYA KONTROLÊ DATÎNE

Artêşa Tirk a dagirker, yekem êrîşa xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê di 25'ê Gulana 1983'an de bi hêza xwe ya nêzî 10 hezarî bi derbasbûna 5 kîlometreyan li herêma di navbera Zaxo û Amediyê de ku sînorên Iraqê ye, dabû destpêkirin. Piştî vê êrîşê êrîşên dagirkeriyê heta roja îro dewam kirin. Lê belê cara ewile ku artêşa Tirk a dagirker li herêmeke li nava sînorên Iraqê ku herêma PDK'ê ye û bi qasî 35 kîlometreyan dûrî sînorên Komara Tirkiyeyê ye, nuqteyeke kontrolê datîne. Artêşa Tirk a dagirker cara yekemîne bi leşker û alavên xwe yên leşkerî li nava sînorên Iraqê nuqteyeke leşkerî danî û nasnameya welatiyên Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kontrol dike.

Ji dema ku ev rewş derkete holê û vir ve tu daxuyanî ji aliyê Iraqê, PDK û YNK'ê ve nehatiye dayîn û hem di nava raya giştî ya Iraqê de, hem jî di nava raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de nerazîbûneke cidî derketiye holê.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER DAXWAZA ALÎKARIYÊ JI WELATIYAN DIKE

Li aliyê din jî leşkerên Tirk ên dagirker ên nasnameya welatiyan kontrol dikin, ji welatiyan daxwaza alîkariyê dikin. Ji bo welatiyên di nokteyên kontrolê re derbas dibin, agahî tên dayîn. Bi vê yekê re leşkerên Tirk ên dagirker xebatên vekirî ku gelê herêmê bikin sîxur an jî ji herêmê bidin derxistin pêk tîne. Niha ji sedî 60 ê gelê herêmê koçî Duhokê kirine û ji ber avakirina nuqteyeke kontrolê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve nerazîne.

PDK’Ê GEF LI WELATIYAN XWAR

Li gorî çavkaniyên herêmî, yekîneyên girêdayî PDK'ê gefan li gel dixwin ku qala xebatên artêşa Tirk ên li herêmê nekin.

Her wiha qada daristanî ya li bejahiya gundê Dêrgelê yê heman herêmê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate şewitandin. Şewata li herêmê ji duh ve didome.