Li Wanê fûhûş tê zêdekirin

Li Wanê li salonên masajê, malên kirêkirî û li hin otelên biçûk fûhûş tê kirin. Balkêş e ku polîs operasyonê li hemberî van deveran nakin.

ŞERÊ TAYBET

Li Wanê piştî narkotîkê fûhûş jî bi zanebûn tê belavkirin Herî dawî di sala 2021'ê de ji ber nerazîbûna şêniyên herêmê li 2 salonên masajê operasyon hate kirin û bi sûcdarkiya 'Fûhûşê teşwîq dikin, navbeynkariyê dikin, cih peyda dikin' 6 kes hatin binçavkirin ku yek jê polîs, yek jî çawişekî pispor bûn. Çawişê pispor û polîsên hatin binçavkirin ji bo bêgirtî bêne darizandin hatin berdan. Lê belê piştre li bajarên cuda hatin wezîfedarkirin û darizandina wan hate betalkirin. 4 kes jî hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

Li Wanê fûhûş li ser înternetê, bi rêya çawişên pispor, bi jin ên koçber û malên rojane têne kirin tê meşandin. Ev malên ku weke 1+1 tê zanîn û rojên dawî zêde bûne, ji bo fûhûşên têne bikaranîn. Çawişên pispor destpêkê jin ên ciwan hînî narkotîkê dikin, piştre jî zextê li wan dikin ku fûhûşê bikin. Jinên ku ji malê reviyan e, rewşa wan a madî nebaş e hînî narkotîkê dikin, piştre jî dixin nava çirava fûhûşê. Piştî ku şaredariyên Wan û navçeyên wê di sala 2016'an de ji aliyê qeyûm hatin desteserkirin, salonên masajê gelekî zêde bûn. Salonên masajê ku ji aliyê rêveberiya qeyûm ve bi hêsanî destûrname werdigirtin, di bin kontrol û rêxistinkirina çawişên pispor û polîsan de bi hêsanî dixebitin. Balkêş e ku salonên masajê nayên kontrolkirin. Yên ku sektora fûhûşê bi rêxistin dikin, dema dawî bi giranî jin ên koçber dixin nava çirava fûhûşê.

OZGOKÇE: NARKOTÎK Û ALKOL JI FÛHÛŞÊ RE BINGEHÊ AMADE DIKE

Aktîvîsta Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) ku bi KHK hate girtin Zozan Ozgokçe anî ziman ku li Wanê xwegihandina li bazara narkotîk û fûhûşê gelekî hesan e û got, "Li gelek deverên Wanê mal hene, malên rojane têne kirêkirin hene, mirovên ku şexsî fûhûşê dikin hene. Her wiha sektora alkol û narkotîkê heye ku piştgiriya vê dike." Ozgokçe got, "Li ser medya dîjîtal ev yek bi rengekî eşkere tê kirin. Bi vî rengî belav bûye. Piştî erdheja Wanê fûhûş gelekî zêde bû. Wan bajarekî xizan e, xizanî bandorê li her kesî dike. Li ser bedena jinê bazareke fûhûşê hatiye avakirin. Sîstema heyî weke qadeke ku bi hêsanî pere lê tê qezençkirin teşwîq dike. Sîstem rê dide vê yekê."

Ozgokçe ragihand ku li bajarên Kurdistanê derfet ji jinan re tê pêşkêşkirin ku tevlî vê sektorê bibin û got, "Kesek ku qet Wanê nas nake tê, di nava nîv saetê de dikare xwe bigihîne narkotîk û fûhûşê. Li hemberî vê çi dikare bê kirin? Divê aborî bê xurtkirin, guherîn veguherîn pêk were. Bi taybetî divê mêr bi pereyan daxwaza vê nekin. Hewldana şexsî ya her kesî gelekî girîng e."