Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bibîranîn

Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Diyar Xerîb di salvegera 5’emîn ya şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Endamê Konseya Giştî yê KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) yê di 5’ê Tîrmeha 2019’an de şehîd bibû, li ser gora xwe ya li Qendilê bi merasîmekî girseyî hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ve hat lidarxistin. Siyasetmedar, malbata şehîd û gelek welatî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi meşekê heta Goristana Şehîdan a Qendilê dest pê kir. Di meşê de wêneyê şehîd Diyar Xerîb hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Şehîd Helmet namire” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Li goristanê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rê hate girtin.

Di merasîma bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û got: “Şehîd Helmet beriya 5 salan bi destê sixur û dagirkeran şehîd bû. Hevrê Helmet di hemû waran de kesayeteke pêşeng, welatparêz, pêşeng û şoreşgerekê mezin bû. Hevrê Helmet sembola têkoşîn, berxwedan û têkoşînê bû ku ji bo em hemû li pey têkoşîna wî û hevrêyên wî bimeşîn bû. Lewra divê em hemû li ser şopa têkoşîn û berxwedan şehîdan soza xwe nû bikin û heta dawiyê li ser xeta wan ya azadiyê bimeşîn.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî Dr. Bekir axivî û got: “Cihê mixabiniyê ye ku hêzeke weke PDK ku behsa Kurdîtiyê dike û pêngav bi pêngav dikeve pêşiya artêşa Tirk a dagirker. Ev ji bo PDK ya xiyanetkar rûreşiyeke dîrokî ye. Têkoşîna gerîla gihiştiye qonaxeke pir serkeftî û dewleta Tirk her cûre çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne. Bêyî ku serweriya tu aliyekî li ber çavan bigire, niha bi hêzeke mezin ber bi Başûrê Kurdistanê ve tê. Tu hêz û aliyek rê li dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nagire. Di vê merasîmê de ya girîng ewe ku em bêjîn dijmin tu ferqê naxe navbera Kurdan û bi awayekî kûr jenosîdê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê pêk tînin. Lewma erkê her Kurdekê ye ku helwesteke xurt nîşan bide û li ber xwe bide.”

Di bîranînê de ji aliyê hevrêyên şehîd Helmet û welatparêzan ve helbest pêşkeşî Şehîd Helmet hatin kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.