Ji bo nobeta li Colemêrgê banga hevgirtinê hat kirin

Komên ji Mûş û Wanê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ya li Colemêrgê hatiye destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam dike. Çalakgeran diyar kirin ku heta encamê bi dest bixin wê têkoşîna xwe bidomînin.

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Çalakiya nobetê ya ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li ser biryara Wezareta Karên Hundir hatibû destserkirin, di 25’ê Hezîranê de bi dirûşma “Rêzgirtina ji vînê re” hatibû destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Komên ji navçeya Westan a Wan û Milazgir a Mûşê çalakî dewr girtin. Pankartên bi nivîsên "Em ê tecrîdê bişkînin em ê qeyûm bişînin", “Ne qeyûm, ne tecrîd ji gelê Kurd re azadî", "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê", “Qeyûm qirkirine, emê rê nedin qirkirinê" û “Rêzgirtina ji vînê re” hatin daliqandin. 

Ciwan û jinên herêmê çûn serdana çalakiya ku tevahiya şevê berdewam kir û serketin xwestin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir ku heta zîhniyeta qeyûmê ji holê rabe û qeyûm ji bajarê xwe derxin wê çalakiyên wan bidomin û got, “Heta çalakiya me encam bigire wê berxwedana me bi biryardarî bidome. Çalakiyên me yên li dijî qeyûman wê ne tenê bi çalakiyên nobetê bi gelek çalakiyên din jî bidomin. Li vî bajarî îradeyek derketiye holê û divê her kes rêzê li vê îradeyê bigire. Têkoşîna me heta ku qeyûm bajarên me biterikînin wê bi dawî nebe. Em li bendê ne ku hemû gelê me yê ku xwe alîgirê demokrasiyê dihesibîne, li dijî desteserkirina îradeyê bibin yek.”

'EM BI GIRSEYÎ XWEDÎ LI ÇALAKIYÊ DERKETIN'

Hevserokê DEM Partiyê yê Melazgirê Kemal Ozer li ser navê koma duyemîn a ji Milazgir û Westanê axivî û diyar kir ku ew ji bo xwedîderketina li gelê bajêr hatine û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke mirovî û ji holê rakirina tecrîdê bidomînin. Ozer got, “Ev banga me ji bo gelê Colemêrgê ye, pêwîste hemû çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê bi awayekî girseyî xwedî lê derkevin. Divê gelê Colemêrgê xwedî li keda ku bi salane daye derkeve. Çalakiya me heta ku qeyûm derkevin wê bidome. Em spasiya her kesê ku hevgirtinê nîşan da, dikin.”

Çalakgeran bi gotina stranên bi Kurdî û Tirkî gotin reng dane berxwedanê.