Li kampa Xankê 100 Şengaliyan ji bo vegera li warê xwe serlêdan kirin

Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê bi rengekî girseyî vedigerin Şengalê. Li gorî agahiyan, li kampa Xankê ya Dihokê 100 koçberên din ên Şengalî ji bo vegera li warê xwe serlêdan kirine.

Li gorî agahiyan, li kampa Xankê ya Dihokê zêdeyî 100 koçberên Şengalî qeyda xwe çêkirine ji bo vegerin Şengalê.

Şengaliyan serî li ofîsa Wezareta Koç û Koçberan a li bajarê Sêmêlê yê parêzgeha Dihokê dan û xwestin, di demeke nêz de vegerin Şengalê.

Yek ji koçberên ji ANF'ê re axivî û navê xwe nexwest eşkere bike, diyar kir ku 10 roj in ew bi belgeyên xwe li bendê ne ku desthilata Başûr rê bide û ew jî vegerin Şengalê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tenê di nava vê mehê de zêdeyî 600 malbatên Şengalî yên li Başûrê Kurdistanê vegeriyan cih û warên xwe.

Her wiha tê gotin, rêveberiya herêmê gelek caran gef li koçberên Şengalî xwarine ku li ber biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ji bo girtina kampên li Başûrê Kurdistanê rabin.