JIN
Hemû Nûçe
-
Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jinan dest pê kir
Bi pêşengiya Kongreya Star Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jin dest pê kir. -
Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî bertek zêde dibin
Înisiyatîfa Jin a Kurdistanê Diparêzin diyar kir ku pêwîst e li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û hat gotin ku divê dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin. -
Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Li hemberî êrîşên dewleta Tirk em têkoşînê geş bikin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bal kişand ser qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû û got “Ji bo yekîtiya jinên Kurd û ya gelê Kurd em têkoşînê geş bikin.” -
TAJÊ: Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê tenê bi raperîna gel misoger e
TAJÊ komkujiya li Zaxoyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin bi tundî şermezar kir û diyar kir ku sedema berfirehbûna wan êrîşan bêdengiya hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê ye; banga berfirehkirina çalakiyan kir. -
KJAR: Jin wê teslîmî vê pergala faşist nebin
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) têkîldarê êrîşên rejîma Îranê li dijî berxwedana jinan daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku heya dawî ew ê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. -
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Kahya: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya diyar kir ku ew biryara Şûraya Dewletê ya li ser betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. -
Li Rojava wê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn were lidarxistin
Bi beşdariya 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn were lidarxistin. Forûm wê li Qamişloyê were lidarxistin û wê 2 rojan bidome. -
Derheqê nûçegihana Jinnewsê lêpirsîn hat vekirin
Derbarê nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger bi îddîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin. -
Newroz Ehmed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke cîhanî ye
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed got, “Dema ku pergala desthilatdar di qeyrana cîhanî de bû şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber vê bandora xwe li tevahî cîhanê kir.” -
Li Stenbol û Îzmîrê jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin qadan
Jin li Stenbol û Îzmîrê li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin qadan û diyar kirin ew biryara têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê nas nakin. -
Ji Şûreya Dewletê biryara neyartiya li dijî jinê
Şûraya Dewletê, daxwaza betalkirina Biryara Serokkomar a xwe kişandina ji Peymana Stenbolê red kir. -
KBDH: Parastina Şoreşa Rojava peywira me ya sereke ye
Konseya Giştî ya KBDH’ê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir parastina vê şoreşê peywireke sereke ye. -
Talîban hewl dide xebatkarên jin ji kar derxîne
Rayedarên Talîbanê yên ku li Efganistanê desthilatdar in, ji xebatkarên jin re gotine, “Li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin, em ê we ji kar derxînin.” -
Fermandareke xurt, bi biryar û wêrek bû
Heval Gulbahar ji Botanê bû. Xwedî li kevneşopiya berxwedêriyê ya herêma xwe derket. Kenê xwe ji hevrêyên xwe re hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû. -
Peyama Nêrgiz Mihemedî: Azadî, wekhevî û jiyan mafê me jinan e
Çalaka jin Nêrgîz Mihemedî ji girtîgeha Êvîn a Îranê ya tê de girtî peyamek şand. Mihemedî diyar kir ku li Îranê nirxên mirovahiyê binpê dike û got ku ew biryara ferzkirina bi kêfî red dike. -
Jinên Ciwan ên Têkoşer şehîdên Başûr bibîr anî
Jinên Ciwan ên Têkoşer li Parka Azadî bi vekirina pêşangeheke ya wêneyan gerîla û têkoşerên şehîd ên Başûrê Kurdistanê bibîr anî. -
Li Silêmanî ji bo Şoreşa Rojava semînarek hat dayin
Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmanî bi boneya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînarek lidar xist. -
Meclisa Jinan a HDP’ê dîsa civiya: Careke din Başaran hat hilbijartin
Di civîna Meclisa Jinan a HDP’ê de dubare Ayşe Acar Başaran ji bo berdevktiyê hat hilbijartin. -
Jinên Tîrêjên Rojê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û gerîla silav kir
Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û silavkirina berxwedana gerîla çalakî li dar xistin. -
Li Sûdanê Meryem Alsyed Tiyrab bi recimkirinê re rû bi rû ye
Jinek li Sûdanê ji ber zînayê bi recimkirinê hat mehkûmkirin, ev bûyera yekem e ku di nav deh salan de li welêt derketiye holê. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hev civiya
Meclîsa Jinê ya HDP'ê piştî kongreyê kom bû. Di vê civînê de wê xeta têkoşînê ya serdema nû bê diyarkirin. -
Pirtûka ‘Mujer Vida Libertad’ li Emerîkaya Latîn gihîşt ber destê xwendevanan
Di fûara pêncemîn a ji aliyê kolektîva bi navê Desde El Margen li Ekvadorê hat organîzekirin de, danesîna pirtûka bi navê ‘Mujer Vida Libertad’ a ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolfê ve hatiye amadekirin, hat kirin. -
Li nêzî kampek a Dêrazorê cenazeyê rojnamevaneke jin hat dîtin
Li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd a Dêrazorê cenazeyê endmeke ragihandinê ya Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl Menal Salih El-Mizel ku hatibû qetilkirin hat dîtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin. -
Li DYE’yê zêdeyê 500 jinan giliyê sûcê ‘êrîşa zayendî’ li Ûber’ê kir
Li DYE’yê 550 jinan, diyar kir ku ajokarên Ûber’ê destdirêjî li wan kiriye û giliyê Ûber’ê kirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê bi çek û teqemeniyan li gardiyan û notirvanan xist
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li Stenbol û Kocaeliyê bi çekan li notirvan û gardiyanan xist, li Mersînê jî kargehek û du wesayît şewitandin.